Brîtanya: Êrişa Îranê nayê qebûlkirin

13-09-2018
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Îran HDK PDKÎ John Wilkes Koye Pêşmerge Rojhilat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes derbarê êrîşa Îranê bo ser baregehên herdu Partiyên Demokrata HDK û PDKÎ yên Rojhilatê Kurdistanê de dilgiraniya welatê xwe nîşan da û ragihand, ku pirsa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi rê û rêbazên leşkerî çareser nabe û tekez kir, ew pirs divê bi rêyên siyasî bihê çareserkirin.

 

Balyozê Brîtanya yê Iraqê John Wilkes derbarê êrîşa 8ê Îlonê ya Îranê bo ser bargehên herdu partiyên Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demokrara Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Koyê de civînakî rojnamevanî pêk anî.


John Wilkes diyar kir ku Îran dikare bibêje mafê min ê beravniyê heye, lê divê hemû welat  rêzê ji yasayên navdewletî bigire û ew êrişa Îranê êrişeke metirsidar e, û li ser xaka welatekî din hate encamdan.


Wilkes tekez kir ku ew ligel daxuyaniyên derbarê êrişî de yên Herêma Kurdistanê, Amerîka û Iraqê ne û dilgiraniya welatê xwe derbarê êrîşên Îranê li ser Koye nîşan da û ew êrîş bi binpêkirina serweriya xaka Iraqê binav kir.


Herwiha Wilkes da zanîn ku piştî danûstandinên wî yên ligel hemû aliyan ew gihîştê wê yekê ku êrîşa Îranê li Koyê rewşa herêmê xirabtir kiriye û got: “Ev êrişa Îranê di demekê de bû ku partiyên Kurdan li Koyê di civîneka xwe de bû û ev yeke nayê qebûl kirin.”


Îranê roja Şembiya vê heftiyê 8ê Îlona 2018 baregehên her du partiyên Rojhilatî, Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li qezaya Koye ya Başûrê Kurdistanê da ber mûşekan, ku di encamê de 17 kes ji wan partiyan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 40 kesên din jî birîndar bûn, ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst