Belcîka alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge zêdetir dike

13-09-2015
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Belcîka Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Nûnerê Herêma Kurdistanê li Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand, şandeke pilebilind a Belcîkayê bi armanca zêdetir alîkarîkirina Kurdistanê di warê leşkerî de serdana Başûrê Kurdistanê kiriye.

 

Şandeke pilebilind a Belcîkayê serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û biryar e jibilî civîn û hevdîtinên ligel serkirdeyên siyasî, serdana Hêzên Pêşmerge, koçberan û kêmîneyan jî bikin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand, ku bi armanca bihêztirkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Belcîkayê de şandeke pilebilind a wî welatî serdana Kurdistanê kiriye û biryar e ligel serkirdatiya siyasî û her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê bicive.

 

Dilawer Ajgeyî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, êvariya duh şemi 12ê Îlonê bi armanca bihêzkirina pêwendiyên Belcîkayê ligel Başûrê Kurdistanê şandeke pilebilind a Belcîkayê bi serokatiya Alen Destex gihîşt Herêma Kurdistanê û dê ligel serkirdatiya siyasî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

 

Dilawer Ajgeyî da xuyakirin, ku “ew şanda pilebilind bo agahdarbûn ji rewşa Herêma Kurdistanê, kirîzên Herêma Kurdistanê û şopandina rewşa koçberên navxweyî û penaberên ku ji Iraq û Sûriyeyê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, serdana Kurdistanê kiriye.”

 

Ajgeyî herwiha destnîşan kir,  “ew şandê herwiha bo wê çendê hatiye Kurdistanê da ku bizanibe ka dê çawan Belcîka bikaribe alîkariya Herêma Kurdistanê bike û di asta navdewletî de Belcîka dê bikaribe çi rolekê bibîne da ku welatên Ewropayê dehf bide ku zêdetir alîkriyê bidin Kurdistanê.”

 

Ajgeyî tekez kir: “Ew şand di vê baweriyê de ne ku Herêma Kurdistanê li cihê hemê cîhanê şerê DIAŞê dike û Herêma Kurdistanê herêmek e li Rojhilata Navîn ku bi şêweyeke berçav geşe kiriye û ji ber wê jî ji wan re giring e ku pitir alîkariya herêma Kurdistanê bê kirin.”

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got: “Me ji Nûneratiya Herêma Kurdistanê çend caran serdana Parlamentoya Belcîkayê kiriye û me ew mijar ligel wan behs kirine. Li gor me baş bû ku ew serdana Herêma Kurdistanê bikin û ji nêzîk ve rewşê bibînin, lê belê mebesta serdanê pitir bo piştgîriya Kurdistanê di warê leşkerî de ye.”

 

Serokê Şanda Belcîkayê, senator Alain Destexhe ku pêştir Serokê Rêxistina Kirîza Navdewlwtî jî bûye, niha li Herêma Kurdistanê ye. Alain Destexhe herwiha berê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Pizîşkên Bêsînor jî bûye û di sala 1991an de li sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê wek pizîşk di nava wê rêxistina cîhanî de kar kiriye û alîkariya awareyên kurdî kiriy, ku ji tirsa rejîma Beis a herifî reviyabûn û berê xwe dabûn welatên cîran û li ser sînor asê mabûn.î

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst