Nêçîrvan Barzanî: Şêrko Bêkes mirovekî mezin û milkê hemû Kurdistanê ye

13-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li malbata helbestvanê navdar Şêrko Bêkes kir û got: “Şêrko Bêkes mirovekî mezin û milkê hemû Kurdistanê ye”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duh (12.09.2013) êvarê li Hewlêrê pêşwaziya endamên malbata helbestvanê navdarê kurd Şêrko Bêkes ku meha borî çû ser dilovaniya xudê, kir.

 

Di hevdîtinê de, malbata Şêrko Bêkes spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ku dema Bêkes li nexweşxanê de bû, serdana wî kiriye her wiha xercên dermankirina wî girtiye stûyê xwe û merasimek bo anîna termê wî bo Kurdistanê saz kiriye. Malbata Bêkes ev helwesta Barzanî wek wefa û emekdarî bo xebat û keda mamosta Şêrko Bêkes da zanîn.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî dubare sersaxî ji malbata Şêrko Bêkes re xwest û wiha got: “Mamosta Şêrko Bêkes mirovekî mezin û milkê hemû gelê Kurdistanê ye, ji ber wê jî çi tişek bo wî hatibe kirin em wek erka xwe dibînin û tiştên ku hatine kirin jî nake beşek biçûk ji wê xizmeta mezin a ku mamosta Şêrko Bêkes bo gel û welatê xwe û mirovahiyê kiriye.”

 

Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku mamosta Şêrko Bêkes bi helbest, peyv, dîwan û berhemên xwe dê heta hetayî zindî bimîne û hemû gelê Kurdistanê ji hemû beşên Kurdistanê şanaziyê pê dikin.

Serokwezîr Barzanî piştgiriya xwe bo wê nîşan da ku dixwazin mala mamosta Şêrko Bêkes a li bajarê Silêmaniyê bikin mûzexaneya kelûpelên wî û ragihand, amade ye her cure alîkariyekî bo serxistina wê projê bike.

Di dawiya hevdîtinê de, malbata mamosta Şêrko Bêkes 2 pirtûkên bîranînên mamosta Şêrko Bêkes pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.

Helbestvanê navdarê kurd Şêrko Bêkes, roja 4ê Tebaxa 2013 ji ber nexweşiyê li bajarê Stokholmê li Swêdê wefat kir. Termê Bêkes bi merasimek mezin li gorî wesiyeta wî li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê hat definkirin.

Şêrko Bêkes roja 2ê Gulana 1940an li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û kurê helbestvanê navdar Fayîq Bêkes e.

Li Bexdayê zanîngeh qedandîye û kitêba xwe ya yekem jî dîsa li vî bajarî di sala 1968 de çap kirîye.

Di navbera salên 1965-1987 de pêşmerge bû û eynî demê de jî di radyoya bi navê ‘Dengê Şoreşê’ de xebitî.

Di serê sala 1970 da di nava tevgera "Ruwange" da cîh digri. Ev tevger ji bo helbesta Kurdî rêyek nû vediki û hebesta nûjen derdekivi holê. Bi vî tevgerê di her hêlêda bêhna jîyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî çend nivîskar û helbestvanên Kurd kovarek bi navê “Rwanya” derxistin.

Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an car din vegeriya bajêr. Lê vê carî jî hukumeta Iraqê, Bêkes ji bo 4 salan şand sirgunê.

Bêkes, di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû û 1986an de wek multecî çû Swêdê.

Di sala 1991an de li başûrê Kurdistanê wek wekîl dikeve parlamentoyê û sal nîvekî wezîriya kulturî kir.

Herî dawî jî navenda kulturî û rewşenbîriya Serdem li Silêmaniyê birêve dibir.

Heya niha 20 kitebên wî yên helbestan hatine çapkirinê. Kitêbên wî bi gellek zimanan -yunanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî, swêdî- hatine wergerandin.

Şêrko Bêkes du xelat wergirtine ku yek jê ji aliyê PEN Klûba Swêdê ve li sala 1987 hat dayîn û ya din jî sala 2001 li Silêmaniyê ji navenda kulturî ya Xak wergirt ku navê wê xelatê xelata Pîremêrd bû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst