Li Şemzînan û Wanê operasyonên binçavkirinê

13-08-2016
RÛDAW
Nîşan HDP DBP PKK
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevjîna Hevserokê Şaredariya Şemzînanê yê DBPê Seferî Yilmaz, Pinar Yilmaz û endamekî HDPê hatin binçavkirin.

 

Ji aliyê din ve li Wanê jî 14 kes bi tometa endamtiya PKKê hatine binçevkirin.

 

Li navçeya Şemzînanê bi şev demjimêr 01.00ê de polîsên Tirkiyê li çend taxan operasyon pêkanîn.

 

Di dema operasyonê de endama Komeleya Mafê Mirovan (IHD) Pinar Yilmaz ku di heman demê de hevjîna Hevserokê Şaredariya Şemzînanê yê DBPê Seferî Yilmaz e û kesek bi navê Bekir Kara, hatine binçavkirin.

 

 Hate zanîn ku Yilmaz û Kara birine Rêveberiya Asayîşa Şemzînanê lê heta niha derbarê girtina wan de ti daxuyanî nehatine dayîn.

 

Li Wan û çend navçeyên wê jî polîsan li çend navnîşanan operasyon pêk anî.

 

Hate znaîn ku di van oprasyonan de 14 kes bi tometa endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine binçavkirin.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst