22 Photos
Li 74emîn Festîvala Fîlman a Cannesê, çendîn fîlmên sînemayî têne pêşandan ku gelek ji wan cara ewil e ku têne nimayîşkirin, hejmarek ji temaşevanên sînemayê jî ji bo dîtina wan fîlman li festîvalê ne.
Festîvala Fîlman a Cannesê festîvaleke ku her sal li bajarê Cannes ê Fransa tê sazkirin, lê par ji ber Covid-19ê hatibû hilweşandin.
Îsal jî fîlmên ji çar aliyê cîhanê tên pêşandan.
Derhênerê Amerîkî Spike Lee serokatiya juriya pêşbaziya sereke dike û 24 fîlim ji bo Palmiyeya Zêrîn rîkeberiyê dikin.
74emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku dihat plankirin di Gulanê de were lidarxistin, lê ji ber belavbûna Covid-19 bo 6-17ê Tîrmeh hate paşxistin.
Wêne: AFP