Li Efrînê hejmarek çekdar ji grûpa Sultan Murad cuda bûn

13-06-2020
RÛDAW
Nîşan Efrîn Tirkiye Grûpên Çekdar Sultan Murad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hejmarek çekdar ji grûpa Sultan Murad a girêdayî Tirkiyê cuda bûn.

Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku hejmarek çekdar ji grûpa Sultan Murad a girêdayî Tirkiyê cuda bûn û grûpeke taybet bi xwe ragihandin.

Li gor heman çavkaniyê, piraniya çekdarên ku ji Siltan Mûrad cuda bûne xelkê parêzgeha Himsê ne.

Li aliyê din Lîwaya Siqûr el-Kurd ku beşek ji grûpa el-Hemzat e, ciwanên Kurd ên herêma Efrînê tevlî rêzên xwe dike.

Di nimayişeke serbazî de, ku medyaya el-Hemzat belav kiriye, hejmarek çekdar ji xuleke nû ya rahênanê der çûne.

Di daxuyaniyekê de, kesek bi navê Nebîh Mûsa Taha xwe wekî fermandarê Lîwaya Siqûr el-Kurd dide nasîn û dibêje ew amadekariyê dikin da ku rûbirûyê her êrîşekê li ser herêma Efrînê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst