Dilşad Şehab: Projeyasaya çaksaziyê hizra hevbeş a hikûmet û parlamentoyê bû

13-06-2018
RÛDAW
Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Dilşad Şehab.
Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Dilşad Şehab.
Nîşan Kurdistan Hikûmet Parlamento Projeyasaya çaksaziyê Dilşad Şehab
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, di demekê de ku kêşeya parlamentoyê li ser mûçeyê parlamneteran bûye, ew ecêbgirtî mane ku wisa tê nîşandan, ku hikûmet sedema kêşeyan be.

 

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Dilşad Şehab diyar kir, hizra projeyasaya çaksaziyê hizra hevbeş a parlamentoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye, ew nakokiyên ku niha di navbera hikûmet û parlamentoyê tê nîşandan, ti bingeheke wisa nîne ku bibe sedema wê nakokiyê û sedema paşketina sererastkirina projeyasaya çaksaziyê, hikûmet nîne.

 

Dilşad Şehab got: “Hikûmetê bi şêwira li gel parlamenteran projeyasaya çaksaziyê daniye, û armanca hikûmetê ji projeyasaya çaksaziyê nehêlana gendeliyê bû.”

 

Bi gotina Şehab, di serî de hikûmet beşdarî civînên derbarê projeyasaya çaksaziyê de bûye û bi hevahengî pêngav hatine avêtin, lê niha guhertin di madeyên projeyasayê de çêbûne.

 

Dilşad Şehab da xuyakirin, pirsa pesendkirin û vegerandina projeyasaya çaksaziyê di desthilata serokatiya parlamentoyê de bûye.

 

Herwiha Dilşad Şehab got, li ser projeyasaya çaksaziya di malnişîniyê de hevrikî û nakokî di navbera fraksyonên parlamentoyê de heye û da xuyakirin, ku hikûmet neçûye nava hevrikiyên li ser wê projeyasayê yên di navbera fraksiyonan de.

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, Dilşad Şehab tekez kir, ku “niha ne dema nakokiyan e û xelk li benda guhertinan e.”

 

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi nerazîbûna xelkê li ser projeyasaya çaksaziya di malnişîniyê de jî kir û tekez kir, nerazîtiya xelkê jli ser pirsa xanenişîniya parlamenteran bûye, ne li ser projeyasaya hikûmetê.

 

Li gorî wî şêwirmendê serokwezîr, dema ku wan projeyasaya çaksaziyê pêşkêşî parlamentoyê kir, rewşa hikûmetê û welatiyan û paşekewta mûçeyan corekê bû, lê belê niha rewş baştir bûye. Bi gotina Dilşad Şehab, bi başbûna rewşa niha ya hikûmetê sîstema paşekewtê namîne.

 

Li ser daxwaza beşek ji aliyên siyasî yên nav parlamentoya Iraqê bo hejmartina dengan bi dest jî, Dilşad Şehab ku hevdem endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê ye, tekez kir: “Em ji hejmartina dengan bi dest natirsin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst