Cemîl Bayik: Divê ti kes li dijî referandûma serxwebûne dernekeve

13-06-2017
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik got, referandûm mafekî demokratîk e,divê ti kes li dijî vê dernekeve.


Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik beşdarî bernameyeke News Channalê bû ku nêzîk PKKê ye, rojev nirxand û derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî daxuyanî da.


Cemîl Bayik anî ziman referendum encameke rewşa tengav a li hundir û derve û got: “Referandûm mafekî demokratîk e, divê ti kes li dijî vê dernekeve.”


Bayik herwiha got, referandûm bi piştgiriyeke berfireh nehatiye kirin û anî ziman, pêkanîna referandûmê di nava giloka pirsgirêkên civakî de, dê serketinê bi xwe re neyine.


Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê di heman demê de anî ziman hêzên li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞê şer dikin rewa ne; têkoşîna milîsên Heşdî Şebî ya bi navê Iraqê li dijî DAIŞê dike rewa ye û got, ne PKKê Heşdî Şebî aniye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst