Malbatên ku mêr ji hev kuştibûn li hev hatin

13-05-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Dêrik a Mêrdînê du malbatên ku mêr ji hev kuştibûn û bûbûn xwîniyên hev bi navbeynkariya rihspiyan di "xwarina sulhê" de li hev hatin.

Malbatên bi paşnavê Ozdemir û Ozyilmaz ku di heman demê de mirovên hev in, 6 sal berê şer kirin û kesek ji malbata Ozyilmaz hat kuştin. Li ser vê bûn dijminê hev û li hember hev sekinîn. Piştî vê maqûlên herêmê, rihspî û pêşdehatiyên civakê ketin navberê û ew li hev anîn.


Malbat di "xwarina sulhê" de hatin cem hev û Qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas jî beşdarî vê merasimê bû.


Di bernameyê de Quran hat xwendin û ji bo careke din dubare nebe dia hatin kirin.


Şêxmûs Ozdemir û Abdullah Ozyilmaz piştî xwarinê dest dan hev û li hev hatin. (aa)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst