Çalakiyên bibîranîna komkujiya Enfalê tên lidarxisitin

13-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Sibe 14ê Nîsanê salvegera komkujiya Enfalê ye û bi helkefta wê,  li deverên Herêma Kurdistanê dê çend çalakiyên cûr bi cûr werin lidarxistin.

Rêvebirê Karên Enfal û Şehîdan li Silêmaniyê Îbrahîm Mihemed ji Rûdawê re ragihand di çarçoveya çalakiyên îsal de çend çalakiyên kulturî bêne lidarxistin û kelûpelên qurbaniyên Enfalê dê bên pêşandan.

Îbrahîm Mihemed diyar kir di salvegera Enfalê de roja penşemê 14ê Nîsanê seat 09.00ê 8 xulekan rawestina giramiyê dê ji bo qurbaniyê Enfalê were girtin.

Mihemed destnîşan kir ku 8 xulek, 8 qonaên komkujiya Enfalê temsîl dike û got: “Sibe dê li dibistanan komkujiyê were bibîranîn, li mizgeftan jî Quranê bê xwendina û weazên derbarê komkujiyê de bên xwendin. Herwiha dê li dêran jî dê li zingilan bidin.”

Rêvebirê Karên Enfal û Şehîdan li Silêmaniyê herwiha amaje kir ku derdora 50 kîloyan kelûpelên qurbaniyên komkujiya Enfalê li Bexdayê ne û heya niha derbarê enfalê de 11 pirtûkên kurdî û erebî hatine amadekirin, lê ji ber kirîza darayî hêj çap nekirine.

Merasîma bibîranînê dê sibe saet 10.00ê li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê dest pê bike.

Enfal çi ye?

Enfal navê komkujiyeke li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rijêma Baas ve li dijî kurdan hatiye pêkanîn. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire. Her sal Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14ê Nîsanê weke roja Enfalê dibîne û di vê rojê de çalakî yên cor bi cor tên lidarxistin.

Di 8 qonaxên Enfalê de 182 Hezar kurd di navbera 21ê Sibata 1988 û 6ê Îlona 1988an agno di 6 meha de hatin ennfalkirin û ji 4 hezar 665 gundên Başûrê Kurdistanê 4 hezar bi erdê re kirin yek.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst