Galeriya wêneyan

13-03-2023
15 Photos
Bilind T. Abdullah

Di sêyem roja 13emîn Festîvala Azadî û Newrozê li ser kela Hewlêrê pêşangeheke hunerên destî ji bo zêdetirî 20 kesan ku piraniya wan jin in, hat vekirin.

Di pêşangehê de çendîn berhemên çandî yên Kurdî yên cuda wek cilûberg, destmal, xalîçe, xişir û çendîn xwarinên Hurdî hatin pêşkêşkirin

Serpereştiya pêşangehê Sara Siware ji Rûdawê re got: "Armanca pêşangehê peydakirina derfetên kar ji bo welatiyan e ku piraniya wan jin in û nîşandana çanda kurdî ji geştyarên ku serdana kela Hewlêrê dikin."

Di roja yekem a pêşangehê de, wek Sara Siwara got, karê wan bi awayekî baş hat pêşwazîkirin, bi taybetî ji aliyê geştiyarên biyanî û bajarên başûr û navenda Iraqê. Siware got jî ku tiştên wan baş hatine firotin, bi taybetî xwarinên Kurdî.

Festîvala îsal a Azadî û Newrozê di 11ê Adarê salvegera raperîna Hewlêrê de, bi çendîn babetên cuda dest pê kir û heta 20ê Adarê û pêxistina meşaleya Newrozê berdewam dibe.

 

Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw