Wezîrê Derve yê Amerîkayê derbarê êrîşa ser Hewlêrê têkilî bi Mesrûr Barzanî kir

13-03-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Kurdistan Antony Blinken Mesrûr Barzanî Hewlêr Êrîşa Mûşekî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di peywendiyeke telefonî de têkildarî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê axivîn. Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje, “Em hemfikir bûn ku ev êrîşa terorîstî, binkariyeke aşkere ya serweriya Iraqê ye.”

Mesrûr Barzanî derbarê gotûbêja xwe ya ligel Antony Blinekn ragihand, Tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna wan gotegot û îdiayên nerast kir ku di van salên dawî de tên belavkirin û dikin hincet ji bo êrîşkirina ser Hewlêrê.

Her îro Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir ku Supaya Pasdaran a Îranê berpirsyariya wê li xwe girtiye û ragihand, “ti nîşenek nîne” ku êrîş Amerîka kiribe armanc lê tekez kir, “Amerîka piştgiriya hevbeşên xwe yên li Iraq, Herêma Kurdistan û navçeyê dike daku berevaniyê li xwe bikin.”

Yekşembiyê 13ê Adara 2022 derengê şevê bi 12 mûşekên balistîk êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin ku di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê îro bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê li xwe girt û îdia kir,

ku “Navenda Plangêrî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan” hatiye armanckirin, îdiayek ku ji aliyê hikûmet, sazî û berpirsên Herêma Kurdistanê ve bi tevahî hat redkirin.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo “veşartina vê tawana qirêj e”.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye, “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrişên tirsonek, rêxweşker dibe bo berdewamiya tawanên bi vî awayî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst