Ji ber keş û hewaya sar û barîna berfê di demsala Zivistanê de li Herêma Kurdistanê û herwiha ji ber ku çiya û gelek cihên balkêş li herêmê hene, hejmareke zêde ya geştyarên Ereb ên ji navçeyên navend û başûrê Iraqê berê xwe didin Herêma Kurdistanê û serdana navçeyên çiyayî dikin.
Yek ji wan cihên li Herêma Kurdistanê ku gelek geştyarên Ereb serdana wê dikin, Çiyayê Korek li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye. Li ser Çiyayê Korek, rêjeyeke zêde ya berfê bariye û gelek tesîsên taybet bi werzişê û derbaskirina demek xweş li wê derê hene, lewra jî bala geştyaran dikişîne û gelek kes serdana wê derê dikin.
Aliya Hazim, geştyareka Iraqî ye ku serdana Çiyayê Korekê ye, ew ji Rûdawê re dibêje, cara yekemîn e ku serdana Çiyayê Korek û navçeyên geştyarî yên Herêma Kurdistanê dike û tekez dike, “Bi rastî ev navçe gelek xweş e û hemû tiştên li vir pir bedew in. Hêvîdarim zêdetir giringî bi sektora geştyariyê bê dan, ne tenê li Herêma Kurdistanê lê belê li tevahiya Iraqê.”