Jidayikbûna Pêxember li Rojavayê Kurdistanê

13-01-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li Rojavayê Kurdistanê, roja cejna jidayikbûna Pêxemberê xwedê bi çend merasîmên olî û civakî tê pîrozkirin.

 

Kurdên Rojavayê Kurdistanê, di roja jidayikbûnê de, şekir, şîrînî û mêweyan jî li zarokan belav dikin.

 

Piraniya xelkê, roja jidayikbûnê, xwarinên xwemalî amade dikin û hevsiyên xwe vedixwînin ser van xwarinan.

 

Berî xwarin bê xwarin, mînakên şeker, savar, xwê li ser sifreyekê tên danîn û mela çîroka jidayikbûna Pêxember li ser wan dixwîne da ku bên pîrozkirin.

 

Li hinek deveran, derwêş bi erbaneyan û sirûdên olî merasîmên jidayikbûnê li bîr tînin.

 

Tevî hemû siyasetên bierebkirinê, hin melayên kurd û derwêş çîroka jidayikbûna Pêxember û sirodên olî bi zimanê kurdî dixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst