Supaya Pasdaran: Em dê çavkaniya gefan ji holê rakin

12-12-2023
RÛDAW
Nîşan Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr DAIŞ Kirmaşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Pakpûr ragihand ku hîn jî endamên DAIŞê li parêzgeha Diyaleyê ya Îraqê hene.

Li gorî Mihemed Pakpûr, "Dive hêzên wan ji bo rûbirûbûn û berisvdana her gef û metirsiyekê amade bin."

Mihemed Pakpûr Tekez jî kir ku “Dê li beramberî her pêngaveke dijî ewlehiya Îranê rawestin û gefên li dijî ewlehiya Îranê ji çavkaniya xwe ve ji nav bibin.”

Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê General Mihemed Pakpûr bi armanca şopandina tetbîqata leşkerî ya Supaya Pasdaran çû navçeya Qesra Şîrîn a Kirmaşanê.

Pakpûr li wê derê axaftinek kir û got, "Ew tetbîqat bêhtir di aliyê ewlehiyê de hatiye sazkirin.

Yek ji wan tetbîqatên leşkerî yên Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran e ku hatibû plankirin îsal were pêkanîn.

Yek ji armancên sereke yên Biryargeha Necefa Eşref a Supaya Pasdaran, li rojavayê Îranê parastina sînoran, dabînkirina ewlehiya sînoran û bajarên rojavayê welat e.”

Gefên DAIŞê

Mihemed Pakpûr bal kişand ser çekdarên DAIŞê yên li Diyaleyê û wiha pê de çû:

“Parêzgeha Diyaleyê ya Îraqê cîranê me ye ku hîn jî hejmarek endamên DAIŞê li wê derê hene.

Tekez divê em li gorî pêwîst amade bin ji bo ku eger grûpên tekfîrî liv û tevgerek kir, yekîneyên me li rojavayê welat karibin rûbirûyî her pêngaveke li dijî ewlehiya Îranê bibin û wan gef û metirsiyan ji çavkaniyê vê ji nav bibin.”

Herwiha wî Fermandarê Supaya Pasdaran got, “Di salên borî de hejmarek endamên DAIŞê li navçeya Ezgeleyê ya Kirmaşanê derbasî nav sînorên me bûn.

Hêzên me yên Biryargeha Necefa Eşref bi wan re şer kir û di encama şer de 21 kes hatin kuştin û desteserkirin.”

"Armanc amadekirina hêzên me ye"

Bi gotina General Mihemed Pakpûr, yek ji armancên sereke yên tetbîqata li Qesra Şîrînê, "amadekirina hêzên wan e" ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên wan grûpan.

Doh bi serpereştiya Biryargeha Necefa Eşref a Supaya Pasdaran ku navenda wê ya sereke li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran li sînorê navçeya Qesra Şîrîn û nêzîkî sînorê Xaneqînê a Başûrê Kurdistanê dest bi tetbîqateke leşkerî kir.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, yekîneyên zirxî, topxane, tank, helîkopter, dron û sîstema paratina asmanî ya Supaya Pasdaran beşdarî tetbîqatê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst