Galeriya wêneyan

12-12-2021
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Misrîxan Mihemed li bajarokê Pîrmam ê ser Hewlêrê ve mamoste ye û ev 10 sal e girîngiyeke taybet bi xwedîkirina ajel û kûçikên dide ku li kolanan bê xwedî ne.

Mamoste Misrîxan Mihemed ku xelka Amêdiya Duhokê ye, dibêje, ji zaroktiyê ve hezkirina wê bo ajelan hebûye û diyar dike, “Ev 10 sal e ez pisîk û kûçikan xwedî dikim. Ji bo ku li ber sermayê nemînin, min malek ji bo wan kîrê kir. Her meh 100 dolar kirê didim. Ez ajelên nexweş dibim tedawî dikim û her roj têm xwarina wan didim û kontrol dikim.”

Misrîxan Mihemed bi şanazî ve dibêje, ajeldostiya wê bandor li ser mamoste û xwendekarên dibistana wê û xelkê kiriye û bi vî awayî hest û helwesteke erênî li beramber ajelan derketiye holê.

Ew mamoste behsa Parêzgarê Berê yê Hewlêrê Firsed Sofî jî dike ku koça dawî kiriye û dibêje, Firsed Sofî piştevaniya xwe ji wê re ragihandibû û soz dabû ku cihêkê bo ajelên li kolanan dabîn bike û di dewama axaftina xwe de tekez dike, “Ez heman alîkariyê ji parêzgarê niha yê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî çaverê dikim. Bila cihek hebe ev ajel lê bimînin. Min derzîkirina beşek zêde ya wan ajelan bi derfetên xwe pêk anî û xwedîkirina wan jî li ser min e û ti rêxistinên civaka sivîl alîkariya min nekiriye.”

Mamoste Misrîxan Mihemed jibilî pisîkan, kûçikên ku li kolanan bêxwedî mane jî xwedî dike û behsa çîrokekê dike, “Rojekê dema ez ji zanîngehê vegeriyam malê, min roviyekî birîndar dît. Min ew anî malê tedawî û xwedî kir. Ew ajel fêrî me bû. Her roj ji malê derdiket û dihat. Rojekê hat, bi çekê hatibû birîndarkirin, me nekarî rizgar bikin, ez gelek xemgîn bûm.”

Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw