Hewlêr (Rûdaw) - Şava borî topek li nava Gundê Bazê yê nahiyeya Berwarî Bala ya Dihokê ket û ji ber ketina topê zerer giha malekê.
Teha Ebdulrehmanê ji Gundê Bazê ji Rûdawê re got ku duh saet 22:30î topek li pişta xaniyê wî ketiye.
Bi gotina Teha Ebdulrehman ji ber teqîna bihêz camên malê şikestine û hinek dîwarên malê jî xera bûne.
"Ew top a artêşa Tirkiyeyê ye"
Teha Ebdulrehman her wiha da zanîn ku wan ji tirsa xaniyê xwe vala kiriye û got:
“Ew top a artêşa Tirkiyeyê ye û em ditirsin dîsa top bên avêtin.”
Dema top li pişt xanî ketiye 6 kes li malê bûn.
Ji ber êrişên Tirkiyeyê yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê heta niha bi sedan gundên parêzgeha Dihokê hatine valakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse