Gotina 'Me ji ber kûçikê ku laiktî anî ax winda kir' bû sedema girtina wî

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hecî Mustafa Atmaca Erzirom girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistamê Hecî Mustafa Atmacayê ku li ser medyaya civakî gotibû “Me ji ber kûçikê ku laiktî anî ax winda kir” hat girtin.

Fenomenê medyaya civakî Hecî Mustafa Atmaca yê bi nasnavê “Hecî Donerciyê Erziromî” 10ê Çiriya Paşînê ji hesabê xwe yê TikTokê weşana zindî kir.

Atmacayê ku li ser TikTokê 650 hezar şopînerên wî hene di weşana zindî de bi şopînerekî xwe re ket nîqaşê û got:

“Tu dê herî ev der axa me ye. Em dê li Erebistanê jî biçin şer. Ev de jî, Yemen jî, Quds jî axa me ye.

Hûn dê herin Îsraîlê. Osmaniyan winda nekir, kuçikê ku jê re laik tê gotin, ew ax winda kir, kûçikên ku laiktî anî, wan winda kir.”

Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê bi tohmeta “Muxalefeta Qanûna Sûcên li Dijî Ataturk Hatine Kirin” lêpirsîn da destpêkirin.

Atmaca ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û polîsan ew bir dadgehê.

Hecî Mustafa Atmaca li dadgehê bi îdiaya ku “bi awayekî eşkere heqaret li bîranîna Ataturk kiriye" hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst