Çekdarên berê yên opozisyona Sûriyê li sînorê Urdin û Sûriyê kar dikin

12-11-2018
RÛDAW
Deriyê sînorî yê Nesîb di navbera Sûriye û Urdinê hatiye vekirin û hejmarek çekdarên berê yên opozisyonê jî li wê derê kar dikin.
Deriyê sînorî yê Nesîb di navbera Sûriye û Urdinê hatiye vekirin û hejmarek çekdarên berê yên opozisyonê jî li wê derê kar dikin.
Nîşan Opozisyona Sûriyê Çekdar Sûriye Urdin Deriyê sînorî yê Nesîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê Nesîb dikeve başûrê Sûriyê û ser sînorê Urdinê ye, çûn û hatin di navbera Sûriyê û Urdun bi rêya vî deriyê sînorî çalak bûye, piştî ku artêşa Sûriyê di Tîrmeha bihorî de dever kontrol kir. Hinek çekdarên opozisyonê jî li devera xwe mane û li ba deriyê Nesîb mijûlî kar in, Beha Misrî yek ji wan çekdaran e ku şêranî û bîskuwîtan difiroşe.

 

Deriyê sînorî yê Nesîb di Tîrmeha bihorî de ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hate kontrolkirin û meha derbasbûyî jî bo karê bazirganiyê hate vekirin, ew jî piştî ku 3 sal bû hatibû daxistin.

 

Çekdarê berê yê opozisyona Sûriyê Beha Misrî derbarê karkirina xwe de dibêje: “Pakêtên şêranî tînim daku wan bifroşim kiryarên Urdunî, ew ji bo kirrînê tên vê derê, ji ber tişt li Urdun girantirin, hemû rojê nêzîka 27 heta 30 parçeyan difroşim, ez 6 salan bêkar bûm, sipas ji xwedê re xalên sînor vebeûn, û me jî kar ji xwe re peyda kir.”

 

Bi vekirina deriyê sînorî yê Nesîb peywendiyên bazirganî di navbera Sûriyê û Urdunê de çalak bûn, vê yekê jî xelk kêfxweş kirin.

 

Geştyrê Urdunî, Mihemed Sayis jî dibêje: “Me xelkê Urdunê jî, wek xelkê Sûriyê êş û derdên şer dîtin, ji ber vê yekê dema xalên sînorî vebûn wek deriyên beheştê lipêş me vebûn, hemû tişt li Sûriyê bi bihayên erzan bidest dikevin, her wiha xerciya geştûguzariyê jî li Sûriyê kême.”

 

Vekirina deriyê sînorî û rewşa baş a ewlekariya Şamê kir ku rojane xelkeke pir ji Urdunê biçin Sûriyê, daku pêdiviyan bikirin û demek xwe bibuhêrin.

 

Rêveberê deriyê Nesîb, Mazin Xendûr dide xuyakirin: “Ji dema ku deriyê sînorî vebûye, roj bi roj hejmara xelkê di zêdebûnê de ye, hijmara ku çûne nav Sûriyê gihiştiye 33 hezar kes û 12 hezar otombîl jî di derî re derbas bûne.”

 

Vekirina deriyê Nesîbê sînorî û başbûna rewşa ewlekariyê li Sûriyê bû sedem, ku hijmarek ji koçberên Sûriyê li Urdunê vegerin welatê xwe. Berpirsên Urdinê dibêjin, di çend hefteyên bihorî de nêzîkî 6 hezar koçberên Sûriyê vegeriyane welatê xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst