Operasyona Şingalê berdewam e- Rewşa dawî - Hemû agahî

12-11-2015
Hoşmîn Iniz
Şerê Şingalê-Pêşmerge
Şerê Şingalê-Pêşmerge
Nîşan Şingal Şerê Şingalê
A+ A-

Şingal (Rûdaw)- Îro danê sibê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge dest pê kir.

Li gorî fermandeyên Pêşmerge, operasyon berdewam e û Hêzên Pêşmerge pêşde diçin. Heta niha çend gund û deverên girîng ketine destê Pêşmerge.





Pêşmerge gihîştin nava gundê Sulaxê

Li Şingal, şer û operasyona hêzên Pêşmerge didome. Rûdaw dîmenên şerê Pêşmerge û DAIŞê di nav taxên bajêr de belav dike.

Operasyona rizgarkirina Şingalê didome û hêzên Pêşmerge jî pêşde diçin.

Di nûtirîn wêne û dîmenên şerê Şingalê de tê dîtin ku pêşmerge û çekdarên DAIŞê di nav taxên bajêr de şer dikin, moralê pêşmerge pir bilind e.


Ji aliyekî din, peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Obêd Reşavayî ragihand, Hêzên Pêşmerge li aliyê Til Eferê ve gihîştine gundê Sulaxê ku tenê 3 km dûrî bajarê Şingalê ye.






Di nav Şingalê de 200 çekdarên DAIŞê mane

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, Hêvîdar Ehmed da zanîn, li gorî texmînan derdora 200 çekdarên DAIŞê li nav bajarê Şingalê de mane lê dora wan ji aliyê Pêşmerge ve hatiye girtin û rêya revê ji wan re nemaye.

Hêvîdar Ehmed diyar kir ku şeva borî komek çekdar ji Şingalê reviyane û got, yên mane jî tenê yek rê ji wan re maye ew jî kuştin e!


Peyamnêrê Rûdawê her wiha got, di şerê Şingalê de tenê hêzên Pêşmerge beşdar bûne û jibilî ala Kurdistanê ti al û ambleke din nehatiye bilindkirin.





Rêya navbera Mûsil û Reqayê ket destê Pêşmerge


Peyamnêrên Rûdawê ragihandin, 2 gund û rêya serekî ya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Pêşmerge ve hatin kontrolkirin.

Hêzên Pêşmerge di şer û operasyona rizgarkirina Şingalê de pêşde diçin û ji sê aliyan ve êrişî çekdarên DAIŞê dikin.

Peyamnêrên Rûdawê eşkere kirin ku gundên Til Şor, Faziliye, çiyayê Gabara û rêya serekî ya navbera Iraq (Başûr) û Sûriyê (Rojava), ku wek “Cadeya 47” tê nasîn, ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin kontrolkirin.

 

 

 

 

Termên DAIŞê ketine destê Pêşmerge


Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Emîd Kamîl Herkî ji Rûdawê re ragihand: “Termê 8 çekdarên DAIŞê li cihekî ketine destê Pêşmerge de, ku di encama lêdana otomobîla wan de li gundê Fezîle yê ser bi Şingalê vem hatibûn kuştin.”


DAIŞ bajarekî wêran li şûna xwe dihêle

Di vîdeoyekê de ku tîma Rûdawê ji Şingalê şandiye, diyar dibe ku çekdarên DAIŞê beşek mezin ji xanî û malên xelkê wêran kiriye.

Fermandarekî Pêşmerge ji Şingalê ragihand ku, çekdarên DAIŞê dixwazin ji wir birevin, lê rê li pêşiya wan tê girtin.





Zeîm Elî behsa operasyona Şingalê dike

Fermandarê Pêşmerge Zeîm Elî ji eniya şer derbarê wê operasyonê ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Hêzên Pêşmerge di vî şerî de xwedî ezmûneke mezin in. Pilana girtina Şingalê bi amadebûna Serok Barzanî hatiye danîn.”




Derbarê çawaniya cihbicihkirina pilana Pêşmerge, Zeîm Elî ragihand: “Pêşmerge pilanê pir bi başî bi cih dike. Sedema ku em lezê nakin, ew e ku bombe û mayinên vedayî hene û Pêşmerge wan pilanan pûç dike yan diteqîne.

Fermandeyê Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê direvin

Fermandeyê Pêşmergeyên Dihokê, Şêx Elo ku niha li Şingalê ye, ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê ji Şingalê direvin û çend otomobîlan wan ji aliyê balafiran ve hatin teqandin.

Şêx Elo pesnê hêzên hevpeyman da û got, ev cara yekemîn e Amerîka û hêzên hevpeyman bi vî rengî alîkariya Pêşmerge dikin.




Wî fermandeyê Pêşmerge li ser şerê DAIŞê jî got, çekdarên DAIŞê di şerê de herî zêde nîşangir û otomobîlên bombekirî bikar tînin.

Fermandarê Pêşmerge yê êzîdî: Pêşmerge ji 2 aliyan ve pêşde diçe

Fermandarê Pêşmerge yê kurdên êzîdî Qasim Simêl ragihand ku, Hêzên Pêşmerge ji 2 aliyan ve pêşde diçin.

Qasim Simêl ji Rûdawê re ragihand: “Li ser fermandehiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serê sibehê operasyona kontrolkirina navçeya Şingalê dest pê kir.”




Wî fermandarê Pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku, “Hêzên Pêşmerge bi temamî xwe amade kirine bo operasyonê û niha jî ji 2 eniyên sereke ve Pêşmerge pêşde diçin.”

Qasim Simêl wiha got: “Dema ferman ji me re bê, emê ji aliyê sêyem jî ve ber bi navenda bajêr pêşde biçin.”

Psporekî leşkerî: Pêşmerge li Şingalê 3 şeran dikin

Psporekî leşkerî ragihand ku Şingal navçeyekî stratejîk û pir girîng e û niha Hêzên Pêşmerge li wir bi 3 awayan şer dikin, ku gerek ew operasyona wan di zanîngehên cîhanê de were xwendin.

Psporê Leşkerî Ehmed Şewqî Eldurî ji Rûdawê re ragihand: “Li Şingalê niha Hêzên Pêşmerge li Şingalê di heman demê de 3 şeran dike. Yekem, şerê çiyayî. Duyem, şerê deştê û sêyem şerê kolanan, ku Pêşmerge baş xwe jê re amade kiriye û îro cihbicih dike.”




Wî psporê warê leşkerî amaje bi wê yekê da ku, pilana girtina Şingalê ji aliyê Pêşmerge ve, pilaneke bihêz û temam e, gerek di zanîngehên cîhanê de were xwendin.

 Ehmed Şewqî Eldurî derbarê wê operasyonê de wiha domand: “Şingal navçeyekî stratejîk û girîng e, ku Mûsil û Sûriyê bi hev girê dide, lewma bi girtina Şingalê yek ji rehên DAIŞê tê birîn. Derbeyekî mesin li wan dikeve, ji ber ku DAIŞ asê dibe.”

Ew psporê leşkerî geşbîn e ku di çend saetên bê de, Hêzên Pêşmerge dê serkeftineke mezin tomar bikin û DAIŞê rastî şikestineke mezin bînin.


Fermandeyekî Pêşmerge: Tenê %30ê Şingalê maye!

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Simêr ragihand, heta niha %70ê bajarê Şingalê ji destê DAIŞê hatiye derxistin.





Li ser rewşa dawî ya şer, fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Simêr ji Rûdawê re got, heta niha %70ê Şingalê hatiye kontrolkirin û kontrolkirina tevahiya bajêr nêzîk bûye.

Li gorî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, di operasyona Şingalê de 7500 Pêşmerge beşdar bûne.

Peyama Viyan Dexîl li ser operasyona Şingalê

Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl, kêfxweşiya xwe ji bo operasyona rizgarkirina Şingalê nîşan da û got, xwezî niha ez li Şingalê bûma.




Nûnera kurd a êzîdî di Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl, li ser operasyona Şingalê ji Rûdawê re got, ez pir kêfxweş im bi vê yekê û ez pîrobahiyê li hemû êzîdiyan dikim. Me gellek êş dît me şehîd û birîndar da. Berhema vê yekê jî dê di nav çend rojan de derkeve.

Dexîl, ku niha li Bexdayê got, xwezî ez niha li Şingalê û li kêleka xûşk û birayên xwe yên Pêşmerge bûma.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst