Serokê Binkeya Laliş li Almanya: Şerê Şingalê şerekî pîroz e

12-11-2015
RÛDAW
Serokê Binkeya Laliş li Almanya
Serokê Binkeya Laliş li Almanya
Nîşan Kurdên êzidî Operasona Şingalê Şingal Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Îro pênşemî hêzên pêşmerge bi serperştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê kirin. Kurdên êzidî yên li Almanya dijîn, kêfxweşiya xwe li hember operasyona hêzên pêşmerge nîşan didin û Serokê binkeyeke kurdên êzidî li Almanya jî ragihand, şerê Şingalê şerekî pîroz e û taybetmendiya xwe heye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Almanya Zinar Şîno derbarê operasyona hêzên pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê de, li bajareke Almanyayê nêrîna hejmarek kurdên êzidî pirsiye û derbarê çalakiyên êzidiyan de agahî ji me re şandin.

 

Zinar Şîno got: “Piştî derbasbûna salekê û sê mehan bi ser karesata Şingalê de kurdê êzidî yn ku li Almanyayê dijîn, çend çalakiyên cur bi cur ji bo Şingalê pêk anîn.”

 

Serokê Binkeya Laliş li Almanya, Xelat derbarê operasyona îro ya hêzên pêşmerge de ji Rûdawê re axivî û got: “Şerê Şingalê şerekî pîroze û taybetmendiya xwe heye, ji ber wê jî canebê Serok Barzanî bi xwe beşdarî di operasyonê de kiriye û bo kontrolkirina Şingalê û li dijî DAIŞê şer dikin.”

 

Serokê Binkeya Laliş li Almanya herwiha da xuyakirin: “Em wek Binkeya Laliş li Almanya hewl didin, me çalakiyên cur bi cur bo Şingalê hebin.”

 

Xelat herwiha destnîşan kir: “Em bi awayeke berdewam ligel Mîrê Êzidiyan di têkiliyê de ne û ew ji kar û çalakiyên me agahdar e. Ji duh şev ve pêwendî bi me ve kiriye û me ji hemû pêşhatan agahdar dike ku li deverê çê dibin.”

 

Hêzên pêşmerge îro ji serê sibehî ve bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê kirine û heya niha çend cihên stratejîk kontrol kirine.

 

Li gor agahiyan hêzên pêşmerge bi awayeke berdewam ber bi pêşve diçin.

 

Balafirên hevpeymanan jî piştevaniya operasyona hêzên pêşmerge dikin û bi dijwarî baregeh û çeperên DAIŞê bombebaran dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst