Sînan El Qeyser: Em li dijî cezakirina gelê Kurdistanê ne

12-10-2017
RÛDAW
Nûnerê Partiya Wîfaqa Niştimaniya Iraqê Sînan Salim El Qeyser
Nûnerê Partiya Wîfaqa Niştimaniya Iraqê Sînan Salim El Qeyser
Nîşan Serxwebûn Sînan El Qeyser Kurdistan Dorpêç Partiya Wîfaqa Niştimaniya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Partiya Wîfaqa Niştimaniya Iraqê Sînan Salim El Qeyser ragihand: “Em li dijî hemû cezakirina xelkê Kurdistanê ne û hemû destwerdanên derve û welatên herêmê li qeyranên navbera Hewlêr û Bexdayê red dikin.”

 

Sînan Salim El Qeyser, nûnerê Partiya Wîfaqa Niştimanî ya Iraqê ye ku Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî serokatiya wê partiyê dike, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû ragihand: “Destpêşxeriya Dr. Eyad Ellawî ji asoya bawerbûna bi bingehên niştimanî ye ji bo çareserkirina qeyrana ku piştî referandumê di navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de derketiye holê.”

 

El Qeyser herwiha got: “Em bi ti awayî qebûl nakin ku qeyranek di navbera birayan de derkeve ku bi sedan sal in li vî welatî bi hev re dijîn. Pêwîst e herdû alî li ser maseya gotûbêjê rûnin. Gotûbêja wan jî di çarçoveya wê destpêşxeriyê de be ku Dr. Eyad Ellawî pêşkêş kiriye û ew jî bi bêmerc û merckariyê. Piştî pêşkêşkirina destpêşxeriyê jî, Serokatiya Herêma Kurdistanê rizamendiya xwe li ser wê ragihand, lê heta niha Hikûmeta Federalî di cezakirina Herêma Kurdistanê de berdewam e û em jî hemû cezakirinên li dijî xelkê Herêma Kurdistanê red dikin.”

 

Nûnerê Partiya Wîfaqa Niştimanî ya Iraqê aşkere kir: “Eger we dîtibe di çarçoveya destpêşxeriya Dr. Eyad Ellawî de bal kişandiye ser navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê. Bêguman Neteweyên Yekbûyî jî bi awayekî bêalî dê li ser vê mijarê serederî bike û eger bibe, dikare rola wan di çareserkirina qeyranê de hebe.”

 

Li ser wê yekê ku Iraq di derbarê cezakirina Kurdistanê de berdewam e û gelo dibe ku him cezadan berdewam bin û him jî diyalog were kirin? Sînan Salim El Qeyser got: “Em bi hemû şêweyan li dijî cezadanê ne, çimku tawana gelê Kurdistanê tine ye, referandum hate kirin, em niha di qonaxa piştî referandumê de ne, gelo çareserî çi ye? Loma em bawer in di rojên dahatû de emê rêyekê ji bo çareseriya pirsgirêkan bibînin.”

 

El Qeyser herwiha got: “Em hemû destwerdanên derve û welatên herêmê red dikin. Ev karûbarekî navxweyî ye. Loma nabe welatên din destwerdanê bikin. Ev pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ne, ew dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst