Amerîkayê 50 ton teqemenî da YPGê

12-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Balafirên Amerîkayê duh şev li herêma Heseke 50 ton çek û teqemenî ji bo Yekîtiya Parastina Gel (YPG) danî.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku Amerîkayê çek û teqemenî radestî YPG û YPJê kir vê yekê hevpeymaniya serbazî ya bi Emerîka re da xuyandin.

Di nav Hevpeymaniya Ereb a Sûriyê de li gel YPG û YPJê hin hêzên wek Cayş El Tuwar, Volkana Ferat, El Sanadîd û El Cezire şerê DAIŞê dikin.

Alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê piştî bi riya balafiran gihîştin destê YPGê ew yek wekî gava yekemîn a alternative “bernameya perwerde û biçekkirinê” hat nirxandin.

Hat gotin di nav wan teqemeniyan de çekên biçuk û bombeyên dest û çend cureyên kelûpelên din ê leşkerî hene.

CNN International ragihand, rayedareke amerîkî ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin gotiye: “Tevahiya çek û teqemeniya gihiştîne di destê hêzên dost de.”

Rayedarê kurd behs kiribû

Berpirsê Dezgeha Zanyarî û Asayîşê Lahûr Şêx Cengî duh bi daxuyaniyek nivîskî ragihandibû di navbera 24 saetan de Amerîka dê alîkariya leşkerî bide PYDê.

Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Derbarê çarenivîsa gelê kurd de veguhertinên girîng di rê de ne. Hatiye xuyakirin ku li herêmê rol cihê kurdan dê girîntir bibe.”

Lahûr Şêx Cengî amje kiribû ku ji bo Kobanî nekeve di bin kontrola DAIŞê de Kurdan ligel Amerîka û hevpeymaniya navdewletî gavên dîrokî avêtine û wiha domandibû:

“DAIŞê di dema ku bi tevahiya hêza êriûê Kobanî kir, me li gel dostên xwe yên cîhane gavên diplomasî yên baş avêt û çarenivîsa şerî guhert.

Cengî herwiha gotibû, ew dixwaze mizgîneyeke bide tevahî kesên ku li cîhanê azadiyê dixwazin û wan derbarê paşeroja Herêma Kurdistanê de ji dewletên navnteweyî soz standîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst