Li Wanê qeza: Miriyek û 11 birîndar

12-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Elbakê ya Wanê minibûs û kamyonet li hev qelibîn û di qezayê de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.

Li ser Wan-Colemêrgê minibûsa bi plakaya 65 FD 268 û kamyona bi plakaya 41 LU 349 a ku navê ajokarên wan nehatiye zanîn li hev qelibîn.

Kesên li ser agahdarkirina kesên derdorê UMKE, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest de û 11 kes jî birîndar bûn.

Birîndar piştî midaxeleya ewil bi ambulansan birin nexweşxaneyan.

Rêya ku demekê girtî ma piştî rakirina minibûs û kamyonetê hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst