Şêniyên taxeke Amedê: Ev 40 sal in em li vir in, nabe qeyûm taxa me bifroşe

12-09-2022
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Yenîşehîr Taxa Fabrîqê Qeyûm Frotina Taxê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê taxa Fabrîqê ya navçeya Yenîşehîrê ji alîyê qeyûmê şaredariya Yenîşehîrê ve bo firotanê derketîye îhaleyê. Qeyûm bi hinceta ku rûniştvanên taxê li ser erde xezîneyê wate yê dewletê taxa xwe avakirine ji bo taxê di mijdara 2021an de biryara hilweşandin û ji nû ve avakirina taxê dane û biryare ku di 20ê vê mehê de tax were firotan. Şêniyên taxê jî dibêjin zêdetirî 40 sal in em li vê taxê dijîn ji 40 salan vir ve berdewam hemû kar û barên xizmetguzarî li taxê hatine kirin û me jî berdêlê her tiştekî di wextê wî de da ye nabe ku me ji taxa me derxin û mexdûr bikin.

Niştecihên taxa Fabrîqê dibêjin armanca şaredarîyê ew e ku bi berdêlek kêm erde me ji me bistînin bidin hinek kesên din. Ji ber wî ew dibêjin em dixwazin berdêlê li gor rayîşa heyî berdêlê erd bidin û tapoyê xwe bistînin. Heke qeyûm ji biryara xwe venegere di 20 mehê de ew taxa ku bi giştî 90 donim e û zêdetirî 370 xanî û kargeh lê hatine avakirin dê were firotan û di encamê de berdêlek ne bi dile rûnîştavanên taxê yê were dayîn. Şêniyên taxê ji bo piştevaniyê bang li baroya Amedê, partiyên siyasî û saziyên civakî dikin.

Taxa fabrîqê bi ser navçeya Yenîşehîra Amedê ve ye. Qeyûmê şaredariya navçeya Yenîşehîrê a Amedê bi hinceta ku li ser erde gencîneyê bi awayek derqanûnî û bê tapo hatiye avakirin vê taxa ku 40 sal berî niha ava bûye bi rêya îhaleyê weke buhayê detpêkê bi berdêla zêdetirî 174 milyon lîreyê Tirkî derxistiye firotanê.

Qeyûmê Yenîşehîrê bi armanca ji nû ve avadankirinê biryara firotin û hilweşandina taxê di mijdara 2021an de girtiye û biryar e ku di 20ê vê mehê de jî bi rêya îhaleyê tax were firotin.

Rûniştvanên taxê jî dibêjin sozên ku ji wan re hatine dayîn nehatine cîbicîhkirin û qeyûm bêyî riza wan vê biryarê stendiyê  û ew dixwazin bi berdêlek gelek kêm ew ji malên wan derxin û wan mexdûr bikin.

Karker Evdirehman Gokçul got “Tapoyên me heta niha li millî emlakê bûn. Milli Emlakê jî bi pereyek hindik ku serê donîmê bi 350 hezar lîreyî firotin şaredariyê. Şaredariyê tevekê erd bi 18 milyon lîreyî stend aniha jî şaredarîyê vê taxê bi 176 tirilyonî derxistîye îhaleyê. Ev rant e.”

Karker Seîd Yildirim diyar kir “45-50 sal in însanê vir liv ê taxê dijîn. Qeyda avahiyan hene xelkê heqê xwe bi awayek berdewam dane.”

Karker Mihemed Cengiz Ay ragihand “Di dawiya dawî de em millete vî welatîne. Hema ferz bikin ku qet xanî û erde me tune be jî mecbur in erd bidin me. Çûne Efxanan anîne li Ceylanpinarê xanî dane wan, erd dane wan, yanî em mîna Efxanan jî nabin.”

Karker Servet Yildirim anî ziman “Ji xwe ev gel mexdûr in. Piştî 40-50 salan em naxwazin li welatê xwe li ser axa bav û kalen xwe  bibin koçber û penaber. Em dixwazin tapoyên me bidin me. Heqê me ye. Bila heqê me nedin avahîsazan.”

Şêniyên taxa ku li ser 90 donim erdî ava bûye ji zêdetirî 370 avahî û dukanan pêk tê û ji 3 hezarî zêdetir jî rûniştvanên wî hene bertek nîşanî biryara qeyûm didin daxwaza tapoyên xwe dikin.

Xanenişîn Pîrhesim Omeroglû got “Em ji xaniyên xwe derkevin 400 mal dê herin li kuderê bi cîh bin. Dikarin li Stenbolê cîh bidin me. Dê bidin me nedin me ne diyar e. Çawa li hesabê wan tê wisa tevdigerin. Zilm e.”

Kebanî Zelîxa Pilatîn dibêje “Em naxwazin ji vir derkevin. Cîhê me evder e. Me dîtiye nedîtiye ev der e. Bila millet hemû bibin yek tapoyê xwe bixwazin.”

Kebanî Zeyneba Deniz diyar kir “Em herin bi parsê bikevin. Emê li ber dîwaran bimînin, emê bikevin sikakan ma emê kuda herin cîhê me tune ye. Gundê me tune cîhe me tune mala me ev e. Yanî cîhê me tune em pê de herin.”

Kebanî Emîne Yildirim ragihand “Min 9 zarokan liv ir mezinkiriye. Ka emê kuda herin. Em feqîr in, vira hem gund e hem bajar e em qayîlin ku em liv ir bin. Vira xira bikin jî em dixwazin di şûna xaniyê me de xanî bidin me. Em feqîr in bila me mexdûr nekin, perişan nekin em feqîr in.”

Niha şêniyên taxê ji rûniştvanên taxê komîsyonek avakirine û wekaleta xwe dane parêzerek û dixiwazin hewl didin ku berî firotina taxê bi rêya dadgehê biryara qeyûm bidin rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst