Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî êrişên Îranê greva giştî dest pê kiriye

12-09-2018
RÛDAW
Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kiriye.
Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kiriye.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Greva giştî Kurd Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî sêdaredana 3 girtiyên siyasî yên Kurd û herwiha êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên HDK û PDKÎyê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê îro ketin greveke giştî û dikandar û bazariyan dikanên xwe nevekirin. Berpirsekî PDKÎyê jî dibêje, cara yekem e ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi hev re daxwazekê ji welatiyan bikin.

 

Îro Çarşemî 12ê Îlona 2018 ku ji aliyê çalakvan, rewşenbîr û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve weke roja kempîna greva giştî hatibû ragihandin, li bajarên Bokan, Şino, Pîranşar ên li parêzgeha Urmiyê û bajarên Sine û Merîwan û Bane yên li parêzgeha Sine û çend bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir.

 

 

Xelkê wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke nîşandana nerazîbûna xwe li hember sêdaredana girtiyên siyasî yên Kurd û herwiha êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) dikanên xwe nevekirin û neçûne ser kar. Bazarên wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê girtî ne û xelk ji malên xwe man û nederketine derê.

 

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎyê li Silêmaniyê, Fuad Xakî jî ji Rûdawê re ragihand, cara yekem e ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwazeke hevbeş arasteyê welatiyên Rojhilatê Kurdistanê dikin û wan jî pêşwazî li vê daxwazê kiriye û ketine greva giştî

 

Fuad Xakî herwiha dibêje, greva giştî ji îro serê sibehî ve dest pê kiriye û niha bazarên piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê girtî ne. Wî berpirsê PDKÎyê da xuyakirin, ku ew nerazîbûna li Rojhilatê Kurdistanê seranserî ye.

 

 

 

 

Hevdem îro li ber baregeha ofîsa Netewên Yekgirtî li Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê jî, hejmarek ji çalakvanên Kurd û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kombûneke nerazîbûnê birêve birin. Di vê çalakiyê de, kesên beşdar çend dirûşm li dijî Îranê bilind kirin û nerazîbûna xwe li hember êrişên Îranê bo ser baregehên HDK û PDKÎyê nîşan dan.

 

Roja şembiya vê heftiyê Supaya Pasdaran a Îran êrişeke mûşekî kire ser baregehên her du aliyên demokratan li navçeya Koyê ya Başûrê Kurdistanê, ku di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn, ku hejmarek ji birîndaran jin û zarok bûn.

Herwiha li Ewropa û welatên din jî biryar e ku penaberên Rojhilatê Kurdistanê û kurdên parçeyên din ên Kurdistanê xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê lidar bixin .

 

Di vê heftiya bihorî de, Komara Îslamiya Îranê 6 girtiyên siyasî yên Kurd bidarvekirin.

 

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê roja Duşembiyê di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiribûn, ku roja Çarşembiyê (îro) greve giştî birêve bibin. Wan partiyan daxwaz ji bazariyan kiribûn, ku dikanên xwe nevekin û ji xelkê jî xwestibûn, ku ji malên xwe dernekevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst