Islahiye bûye navenda pêkhateyan

12-09-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dîlok (Rûdaw) – Navçeya Islahiye ya girdayî bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê, ku hejmara niştecihên wê nêzîkî 66 hezar kesan e, weke Stenbola biçûk tê naskirin. Li bajarê Dîlokê, tirkmen û kurd bi hevre dijîn, herwiha bûye cihê vehewandina xelkê ku jji ber pirsgirêk û kêşeyan, navçeyên xwe hiştine û koçber bûne.

 

Navçeya Îslahiyeyê her çend bajarokek biçûk û ne metropol be jî, bi renginiya miletên xwedişibe bajarê Stenbolê. Ji her deverên Bakurê Kurdistanê eşîr û malbat tevî Tirkmenan li vê derê dijîn, gelek ji wan ji ber xwînî û neyartiyê hatine vê derê; lê gelek ji wana jî, ji aliyê Dewleta Osmaniyan ve bi darê zorê,  ji vê derê re hatine nefîkirin ji ber ku ew tevlî şoreş û serhildanên Kurdî bûne.

 

Xalê Mihemed 83 sali ye, li ber dergehê çayxaneya navenda navçeya Îslahiyeya Dîlokê, ew ji me re behsa bobelata ku 65 sal bi serê wî û malbata wî de hatibû dike û digirî.

 

Xalê Mihemed û malbata xwe ji Kosor a Serhedê ji ber neyartî û xwîniyê neçar mane û dest ji axa bavû kalan berdane hatine bajaroka Îslahiyeyê. Salên ku bi poşmanî derbas bûne, di dile wî de birînên kûr vekiriye, ew dibêje “cahiltî, nezanî û fesadîyê mala me xerakir;  konê me ji nav konan rakir.”

 

Koçberê Îslahiyeyê Mihemed Temlî ji Rûdawê re wiha behsa rojên neyartiya nav gundê xwe kir: “Ez xortek ter bûm, damançe dane destê min û ji bavê min re gotin bila here bikuje. Di civatekê de gotin welle heqê Mala Şero kuştine. Ez cahilbûm hatime xapandin, dinya û axreta min bi hev re pûç bû, emrek din av tirs û xofê de min ji xwe fêhm nekir.”

 

Islahiye bajarokeke biçûk e, nifûsa wê îro 66 hezar e, li navenda vî navçeyê ji her miletê ji her mezhebê malbat tev de dijîn; lê herkesek jî, ji erdeke cuda hatine vê derê û dîroka serboriya her malbatê ji 200 salê derbas nabe.

 

Nîzameddîn alaya Tirkiyê bi mala xwe û dikana xwe ve kiriye, ew jî kurdekî Mûşê ye û  dibêje “Islahiye wek kampeke servekiriye, hemû curên miletan li vê derê ne û herkesek jî xudan serboriyên dilêş in; qedera me, em li vê derê kirine wek birayê hev.”

 

Koçber Nîzamedîn Exdadî jî got: “Bav û kalên me ji ber mirîşkek şerê hevdû kirine û bûne xwediyê neyar. Li cih û warekî geriyane, hindek mirovên me yên di berî de nefîkirî li vê derê bûne û em jî hatinê vê derê bi cîh bûne, ev der ciheke kozmopolît e, hemû malbatên bi problem li vê derê kombûne.”

 

Welatiyê bi navê Mihemed Şêxo jî siyasetmedar û herwisa serokê koperatîfeke herêmi ye, bav û kalen wî berî sedasalan tevlî serhildanên Agiriyê bûne, piştî ku serhildan hatine temirandin ew bi tevahî ji vî deştê re hatine nefîkirin.

 

Serokê Koperatîfa ajovanan Mihemed Şêxo jî wija axivî: “Em xelkê Mûşê ji eşîra Heseniyan in. Ji ber serhildanek li hember dewletê bavû kalên me hatine nefîkirin, em çend malbat li Îslahiyeyê dimînin, çend malên eşîra me jî,  li deşta Mereşê ne.”

 

Çi tirkman çi kurd li sûka Îslahiyayê bi 5-6 zareva û devokan diaxifin û zimaneke standard ev 150 sal in nîne; ji ber ku her êl û eşîrê devok an jî, diyalekta xwe bi xwe re aniye vê derê û hîn jî wê diparêze.

 

Civaknas Îlhan Temel jî anî ziman: “Belkî bala we jî kişandiye ku li nav sûka Îslahiyeyê çend zareva û devokên kurdî yên cuda  hene, gelek ji wan kurdiya hevdû fêhm nakin, ji ber ku ev der cihê komkirinê ye û herkesekî ji erdeki hatiye li  vê derê bi cîh bûne.”

 

Bajaroka Îslahiyeyê di navbera Çiyayê Kurmênc û  Çiyayê Gawur de di sala 1894 an de hatiye avakirin, dewleta wê demê ji bo ku erka xwe baştir li ser wan malbat û eşîran pêk bîne, êl eşîr û pêşewayên kurd û tirkmenan li vê derê komkirine, armanc islehkirina (anînaray)  wan bûne, navê vî bajarokê ji ber vî hindê danîne “Islahiye”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst