Partiyên Kurdistanî: Zihniyeta darbeya 12ê îlonê didome

12-09-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Partî û dezgehên siyasî yên Bakurê Kurdistanê li Amedê derbeya 12ê Îlonê şermezar kirin û ragihandin zihniyeta derbeyê îro jî didome.

Şandekê li ser navê Hereketa Azadî, Partiya Azadiyê  û Sosyalîzme (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiyeyê (PDK-T), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP) îro li Amedê li ber girtîgeha Amedê ya no 5ê civiyan û darbeya 12ê Îlonê şermezar kirin.

Li ser navê 7 partîyan Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik axaft û got, em derbeya 12ê Îlonê bi nefretê rûreş dikin û wiha domand:

“Li vê girtîgehê de bi deh hezaran kes hatin zidankirin û bi dehab welatperwerên kurd hatin qetil kirin. Wek, Necmettîn Buyukkaya, Mazlum Dogan , Cemal Arat , Orhan Keskîn , Yilmaz Demîr , Bedrî Tan, Ferhat Kurtay, Remzî Ayturk, Kemal Pir, Hayri Durmuş. Darbeya 12ê Îlonê, di hêşê miletê kurd û Kurdistanîyan da birîneke kûr vekirî ye. Kurdistan hate şewitandin, wêran kirin. Herweha darbeya 12ê Îlonê de bi hezaran demokrat, pêşverûyên Tirkiyeyê jî hatin hefskirin, bi dehan kes hatin kuştin.”

Mustafa Ozçelik anî ziman îro jî aqilîyeta derbeya 12ê Îlonê berdewam e û bal kişan ser bûyerên li navçeya Cizîra Şirnexê û wiha pê de çû:

“Li Cizîrê bi hezaran kes 8 rojan di zindanekê vekirî de birçî, bê av, bê elektrîk hatin ceza kirin. Gelek bajarên Kurdistanê di bin êrişên dewletê de hatine wêran kirin. Li bajarên Tirkiyeuê, kurd jiber kurdbûna xwe tên kuştin. Mal û milkên kurdan, otobusên ku kurdan hildigirin, avahîyên HDPê, tûşî êrîşan dibin.”



Ozçelik amaje kir şer zerarê dide kurd û Kurdistanê û îro pêwîstîya gelê kurd bi şer bi şer tuneye û got; têkoşîna azadîya Bakurê Kurdistanê, divê bi rê û rêbazên siyasî, girseyî dîplomasî bê meşandin.

Herwiha Serokê PAKê bang li PKK û dewlata Tirkiyeyê kir, şer û pevçûnan demildest rawestînin û jo bo çareseriyê pêvajoyek rasteqîn, berfireh û zelal were destpêkirin.

Girseyê piştî daxuyanîyê qerenfîl danîn ber derîyê girtîgehê û jibo kesên li wir hatîne kuştin û jibo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyeke rêz girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst