Karwaneke heciyên ji Rojavayê Kurdistanê gihîşte Hewlêrê

12-07-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Heciyên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karwaneke heciyên Rojavayê Kurdistanê bi 2 balafiran ji Erebistana Sûdiyê vegeriyan Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Herwiha heciyên mayî jî îro bi 2 balafiran dê bigihîjin Hewlêrê. 

Îsal 664 ji Welatiyên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi riya balefirgeha Hewlêrê seredana Erebistana Siudiyê kirin û erkê hecê cîbecî kirin.

Duh roja Sêşemê bi du balafiran hejmareke heciyên Rojavayê Kurdistanê vegeriyan Hewlêrê, kesên li Siûdiyê jî mane bi du balefirên din îro tên Hewlêrê.

Li gorî serokê grupa heciyên Rojavayê Kurdistanê Hecî Ebdulîlah Keleş îsal heciyekî Sûriyê ku bi riya Hewlêrê çûbû Hecê li Sûdiyê koça dawiyê kir.

Serokê girûpa Rîtac El-Kaba ya Hecê Hecî Ebdulîlah Keleş diyar kir ku heciyek roja erefê jiyana xwe ji dest daye û hecacên wan ên di tev bi selamet in.

Herwiha Keleş da zanîn ku 664 kes bi rêya firokexaneya Hewlêrê çûne Siûdiyê û piştî temamkirina erkên hecê 2 karwan vegeriyane û dê du karwanên ku mane jî îro vegerin Hewlêrê.

Heciyekî ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Remedan Silêman diyar kir ku wan li hecê ji bo ku Kurdistan bibe dewlet wan dua jê re kirine û got “Me got înşallah em jî bibine dewlet û di nav alemê de ala me jî bê hildan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst