Li Stenbolê bêrêzî li beramber dêra Ermeniyan hat kirin

12-07-2021
RÛDAW
Nîşan Dêra Surp Takavor Ermenî Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kadikoy a Stenbolê grûbek ku ji çend kesan pêk dihat li pêş Dêra Surp Takavor ku qada li pêş wê ji trafîkê re girtiye bi muzîkeke deng bilind reqisîn û paşê ji grûbê 3 kes çûne ser dîwarên dêrê û reqsa xwe dewam kirin.

Piştî belavbûna wan dîmenan li ser sosyal medyayê gelek kesan nerazîbûn nîşan dan. Parêzgariya Stenbolê, li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, ew 3 kesên bêrêzî li beramber dêrê kirine hatine girtin.

Derbarê mijarê de Parêzgariya Stenbolê dibêje: “11ê Temûza 2021an roja Yekşemê demjimêr 00:55an hatiye tespîtkirin ku hinek kes hatine pêş Dêra Sûrp Takavor û çûne ser deriyên wê û reftarên ne rewa kirine. Piştî lêkolînê gumanbarên bi navê Y.E.U, Ö. F.A û O.Y 12ê Tîrmeha 2021an hatine girtin. Derbarê mijarê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Em reftara xirab a li dijî perestgehê şermezar dikin.”

Wezirê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî ragihand ku li Serokê Revebirina Weqfa Dêrê Arman Bukucuyan geriyaye û xemgîniya xwe aniye ziman.

Soylu herwiha got, ew 3 kesên ku bêrêzî li beramber dêrê kirine vê sibê demjimêr 5:30 hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst