Pirsgirêkên xwendekarên Rojavayê Kurdistanê

12-07-2016
Sasan Kotolî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Heseke (Rûdaw) – Piştî li encamên ezmûnên xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê diyar bû, xwendekar rastî çend pirsgirêkan tên.


Yek ji wan pirsgirêkan ew e ku piraniya beşên xwendinê li zanîngeha Hesekê tine ne.


Hin xwendekar dibêjin ku rewşa ewlehiyê jî bandor li encamên wan kiriye.


Xwendekarên ku beşên bi dilên wan li parêzgeha Hesekê tune bin, neçar in ku berê xwe bidin zanîngehên bajarên mezin ên Sûriyê.


Lê bi sedema qutbûna rêyên bejayî û buhabûna bilêtên firokeyê, ew rastî gellek zehmetiyan tên.


Mamosteykî zanîngehê Mehmûd Dawûd dibêje ku hatina hejmareke mezin ji xwendekarên parêzgehên Dêrezor û Reqayê fişareke mezin li ser zanîngeha Hesekê dike.


Di salên beriya şerê navxwe yê Sûriyê de, hejmareke mezin ji xwendekarên Rojavayê Kurdistanê diçûn zanîngehên mezin ên Sûriyê û rêjeya xwendekarên kurd di wan deran de berçav bû.


Lê piştî derketina şer, gellek astengî derketine pêşiya xwendekaran û vê yekê bandoreke mezin li ser rêje û asta xwendina xwendekarên Kurd kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst