Li Stenbolê agirê li kargeheke plastîkan 2 roj in nehatiye vemirandin

12-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, agirê ku roja 10ê Hezîranê bi kargehekê ketibû heta niha jî berdewam e û nehatiye vemirandin.

Roja 10ê Hezîranê li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îkîtelliyê ya navçeya Başakşehîr a Stenbolê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi kargeheke plastîk, xorak û cilûbergan a 6 qatî ketibû.

Tîmên agir vemirandinê ji destpêka agir ve hewla vemirandina agir didin, lê tevî ku 2 roj derbas bûne agir heta niha berdewam e û nehatiye kontrolkirin. Herwiha otomobîlên asayîşa Stenbolê yên avê (TOMA) jî beşdarî xebatên vemirandina agir dibin.

Li gor dîmenên ji cihê bûyerê, hinek beşên avahiya 6 qatî ya kargehê ji ber agir hilweşiyane.

Herwiha hêzên emnî ew 2 roj in çûnûhatina otombîlan li Kolana Turgut Ozal qedexe kirine û ji ber metirsiya agir rê nadin kesek di kolanê re derbas bibe.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst