Mehmûd Salim: Divê hikûmeta Sûriyê cotkaran qerebû bike

13-06-2019
RÛDAW
Serokê Dîdara Rewşenbîran a Diyaloga Sûrî Mehmûd Salim
Serokê Dîdara Rewşenbîran a Diyaloga Sûrî Mehmûd Salim
Nîşan Mehmûd Salim Sûriye Qerebû Şewat Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dîdara Rewşenbîran a Diyaloga Sûrî Mehmûd Salim ji Rûdawê re ragihand, ku divê hikûmeta Sûriyê cotkarên ku genim û cehên wan şewitîbûn qerebû bike.

 

Mehmûd Salim da zanîn ku heta niha ti aliyekî fermî negihiştiye rastiya şewata ku çêdibe, lê guman kir, ku destê şaneyên razayî yên DAIŞê di van şewatan de hebe.

 

Serokê Dîdara Rewşenbîran a Diyaloga Sûrî Mehmûd Salim diyar kir: “Komîteya wezarî ya ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye raspardin, ku hatiye bajarê Qamişlo, ji bo rewşa dexlûdanan bibîne û civînekê ligel cotkaran encam bide, êdî gelek pirs wê bêne gotûbêjkirin, di nav de jî, mijara şewatên ku rûberên berfireh, li parêzgeha Hesekê dane ber xwe.”

 

Mehmûd Salim destnîşan kir: “Helbet ev kes wê daxwaza qerebûkirinê bikin, derbarê ziyana ku bi sedema van şewatan gihişte cotkaran. Em bi xwe jî daxwaza qerebûkirinê ji bo cotkaran dikin ku şewatê rûberekî mezin ji ceh û genim daye ber xwe û ziyan gihandiye abûriya niştimanî ya Sûrî. Ziyanên wê jî li ser hemû pêkhateyên Cizîrê hebûn, çi Kurd, Ereb yan Xirîstiyan be.”

 

Salim eşkere kir: “Derbarê vê yekê de em destê tometê ber bi yek aliyî ve nîşan didin, ew jî teror e, bi taybetî DAIŞ, ku ew mirovan berî çandiniyê dişewitîne. Em tekeziyê li ser haydarî û çavdêriya zeviyên mayî dikin, ku welatî hay jê hebin û biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst