Tirkiye: Bi hawinan êriş kirin û 4 leşkerên me birîndar bûn

12-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, di encama êrîşeke bi hawinan de li navçeya Gilgamêş a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 4 leşkerên wan û sivîlek birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro 12ê Gulana 2022ê daxuyaniyek belav kir û îdia kir ku ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ve li dijî binkeyeke wan a leşkerî ya li navçeya Gilgamêşê,  ji aliyê rêxistina “PKK/YPG” hawin hatine avêtin.

Li gor ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje di encama wê êrîşa bi hawinan de 4 leşkerên Artêşa Tirkiyê û sivîlek birîndar bûne.

Wezareta Bervaniya Tirkiyê herwiha ragihandiye ku wan bersiva wê êrîşa bi hawinan daye û îdia dike ku di encama topbarana wan de 6 endamên YPGê canê xwe ji dest dane.

Ev di demekê de ye ku çavkaniyeke xwecihî ji Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand gundên Xerab Etto, Ziyaret, Zor Mixar, Açmê, Ehmed Munîr û Beyadiyê li rojavayê Kobanî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin topbarankirin. 

Li gor heman çavkaniya xwecihî 4  top li ser Kaşê Miştenûrê yê bajarê Kobanî ketin û ti ziyanên canî heta niha nîn in.

Li gundê Açmê yê rojavayê Kobanî topek li navenda pasevanên sînor ên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ket lê heta niha nehatiye zanîn ku birîndar hene an na.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst