Qamişlo (Rûdaw)- li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistnê û bajarê Hesekê xwepêşandanên piştgiriya Beşar el-Esad hatin lidarxistin.
Îro, 12.05.20147, saet 10ê sibehê li bajarê Qamîşlo, li çargoşeya ewlehiya rejîmê, alîgirên Beşar el-Esed xwepêşandanek lidarxistin.
Herwiha bajarê Hesekê jî, nêzîka hezar kesên Ereb û Xiristyan ji piştgirên Esed li Meydana Serok hatin cem hev û xweûpêşandana wan ji aliyê hêzên Berevaniya Niştimanî ku ser bi rejîmê ve ne hate parastin.
Di van her du mehên dawî de, ev dehemîn care ku alîgirên Beşar el-Esed dadikevin kolan û meydanên bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye û navenda Kantona Cezîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve di 21ê çilleyê borî de hatibû ragihandin.
Tevî ku desthilatdarên Kantonên cezîrê xwepêşandanên tevegera siyasî, civakî û sivîl yên hêzên tevegera kurd û opozosyona Sûriyê bê molet qedexedikin, lê alîgirên Esed û grûpên bi ser rejîmê ve bi serbestî xwepêşandan û çalakiyên xwe lidar dixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse