Qesra Îshaq Paşa bi berfê xemilî

12-04-2017
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenad Nûçeyan - Li Bazîda navçeya Agiriyê berf barî, Qesra Îshaq Paşa ku yek ji avahiyên girîng ên mîmariya Serdema Osmaniyan e, bi berfê xemilî.


Di meha nîsanê de, li Bakurê Kurdistanê berf barî, Qesra Îshaq Paşa bi berfê spî bû û bi vî şiklî dişibe bûkeke ku bûkanî li xwe kiriye. 


Li herêmê dîmenên balkêş derketin holê.


Qesra Îshaq Paşa ku him havînê him zivistanê yek ji ziyaretgehên girîng ên geştiyaran e, di meha Nîsanê de jî balê dikşîne. Li herêmê stûriya berfê gihîşt 15 santîmetreyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst