13 sal bi ser Serhildana Qamişlo re derbas bû

12-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 12ê Adarê, 13emîn salvegera serhildana a Rojavayê Kurdistanê ye.


Roja 12ê Adara 2004an, di dema maça futbolê ya di navbera tîma Cihad a Qamişlo û Tîma Fitûyê ya Dêrezorê de, handerên tîma Fitûyê êrîşî handerên yaneya Cîhad kirin û di encamê alozî derketin.


Hêzên hikûmeta Sûriyê handerên yaneya Cîhad gulebaran kirin û di encamê de çend kes şehîd û birîndar bûn. Roja 13ê Adara 2004ê  di dema rakirina cenazeyên şehîdad de, hêzên Sûriyê beşdarên merasîma rakirina şehîdan gulebaran kirin. Ji bo piştgiriya Qamişlo tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê serî hildan û serhildanê tevahiya Rojavayê Kurdistanê vegirt.


Di heman rojê de, çiroskên serhildanê gihiştin û bajar û bajarokên herêma Cizîrê. Grûpeke ciwanên Amûdê bi bayê azadiyê, pankartek  li ser nivîsîbû: Hûn bixêr hatin Kurdisrana Azad bilind kirin û ji bo cara yekem di dîroka Sûriyê de pûtê Hafiz Esed li bajarê xwe anîn xwar. Piştî 7 salan, ciwanên Amûdê pûtê Esedê bavê li heman meydanê anîn xwrar.

 

Li zanîngeha Şamê û taxên Kurdan li paytextê Sûriyê, xwepêşanderên Kurd daketin kolanan û piştgirî û dilsoziya xwe ji bo Qamişlo nîşan dan.

 

Roja 14ê Adarê, pêla serhildanê gihişte bajarê Kobanî û kobaniyan gelek dam û dezgehên hikûmet û istixbarata Sûriyê kontrol kirin.

 

Roja 16ê Adarê çiroskên serhildanê guhiştin Heleb û Efrînê. Bi hezaran kurd li herdû bajaran daketin kolanan û dirûşm û siloganên azadiyê bilind kirin û dilsoziya xwe ji Qamişlo re nîşandan.

 

Hikûmeta Sûriyê hêza tund û dijwar û bi rehmet li dijî serhildêrên kurd bikar anî. Beşek ji eşîrêtên ereban çek li kêlek rejîmê hilgirtin û mal û milkên kurdan talan kirin û sivakatî bi keç û jinên Kurdan kirin.

 

Di serhildana 12ê Adara 2004an de, bi belge, 35 kes li herêma Cizîrê, Helebê û Efrînê şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. 12 xwendekar ji zanîngeha Şam û Helebê hatin girtin û 24 xwendekar ji zanîngeha Şamê hatin avêtin.

 

Bi hezar kurd hatin girtin û 75 ji wan hatin dadgehkirin. 100 malbatên kurd ji Rojavayê Kurdistanê koçberî başûrê Kurdistanê bûn.

 

Serhildana 12ê Adarê ji maça futbolê dest pê kir, lê di rastiya xwe de, ew bersivdana li ser siyasetên bi dehên salan ên hikûmetên rekezperest ji bêfakirin înkarkirina hebûna kurdan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst