Fallon: Brîtanya Hêza Pêşmerge modernîze dike

12-02-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Pêşmerge Brîtanya Michael Fallon Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniya Brîtanya Michael Fallon di civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, Brîtanya amade ye, ku ji bo modernîzekirina Wezareta Pêşmerge pisporiyên xwe pêşkêş bike û alîkariyê bide Kurdistanê.

 

Îro yekşemî 12 Sibata 2017ê, li bajarê Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdstanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bervaniya Brîtanyayê Michael Fallon û şandeka pê re kir.

 

Di civînê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmarek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de amade bûn, Michael Fallon şadbûna xwe li hember serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û destxweşî li gel, hikûmet û pêşmergeyên Kurdistanê kir, ku karîne devereke berfireh ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bikin.


 


Fallon herwiha hemahengiya navbera Hêza Pêşmerge u Atreşa Iraqê di operasyona rizgarkirina rizgarkirina Musilê û derdora wê de jî bilind nirxand.

 

Wezîrê Bervaniya Brîtanyayê tekez kir, ku alîkariyên mirovî û serbazî yên welatê wî ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bin.

 

Michael Fallon destnîşan kir, ku Brîtanya dê pisporî û şarezayiya xwe bo modernêzîkirina Wzareta Pêşmerge pêşkêşî wê wezaretê û Herêma Kurdistanê bike.

 

Di hevdîtinê de, her du aliyan behsa çend mijarên din ên weke pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û guhertinên li Rojhilata Navîn kirin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Fallon kir, ku serdana Kurdistanê kiriye û amaje bi rola Brîtanya weke hêzeke sereke di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de kir û rolê wî welatî bilind nirxand.

 

 Nêçîrvan Barzanî herwiha got, Brîtanya di warê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û serbazî bo Herêma Kurdistanê de ti kêmasî nekiriye û hêvî kir, ew welat di warê siyasî de jî rola xwe ji bo çêkirina lihevhatineke seranserî de bilîze.

 

Serokwezîr Barzanî herwiha li hember alîkariyên ji bo modernîzekirina Wzeareta Pêşmerge spasiya Brîtanya kir û hêvî kir, ku hemahengî û pêwendiyên du alî berdewam bin.

 

Derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgrîkên xwe yên bi Bexdayê re bi riya diaylogê çareser bike.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, civaka navdewletî û bi taybetî jî Brîtanya dikarin di vê mijarê de rol bibînin.

 

Di dawiyê de jî her du aliyan behsa hin babetên têkildar bi rewşa deverê û bûyerên Sûriyê û pêşhatên herî dawîn şerê li dijî terorê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst