AMED – Şaredariyê alîkariya perwerdeya kurdî neda

12-01-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amed Rojava Penaber Dibistan
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di dibistana Dewleta Demkî ya Sûriyê de perwerdehiya bi kurdî û erebî bi hev re tê dayîn. Lê pirsgirêkeke vê dibistanê heye; dersên kurdî hene lê pirtûkên kurdî yên dersê tune ne.

Li Amedê zarokên penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di yek dibistanê de, bi 2 zimanan perwerde dibin. Mirov hîn bûne ku zarokên kurd bi zimanê erebî perwerde dibin lê di vê dibistanê de zarokên ereb jî dersên kurdî dibînin û ew jî hînê kurdî dibin.

Rêveberê Dibistana Penaberan Bahadîn Salo ji Rûdawê re wiha got: “Dibistana me perwerdehî bi 2 zimanan tê dayîn. Di sinifa yekemîn de em dersên kurdî jî didin.”

Dersên dibistanê bi kurdî ne lê pirtûkên rêzimanê kurdî di destê wan de tune ye. Ji bo pirtûkên kurdî serî li Şaredariya Amedê jî dane lê heta niha tu kes ji wan re nebûne alîkar.

Cîgirê Midûrê Dibistana Penaberan Elî Dawid Elî  diyar kir mamosteyên kurdî hene lê pirtûkên bi kurdî tune ne û got: “Ji bo pirtûkan me serî li Şaredariya Amedê da, lê heta niha tu bersiveke erênî nedane me.”

Mamoste dixwazin rojek zûtir ew vegerin ser axa xwe û li Rojavayê Kurdistanê dersên matematîkê jî bi kurdî bidin.

Mamosteya matematîkê Bêlan Mêrdînî got: “Em li vir dersa kurdî jî didin. Ereb jî dixwazin bi kurdî hîn bibin. Em dixwazin zû vegerin welatê xwe û hemû dersên xwe li welatê xwe bi kurdî bidin. Evder çiqas xweş be jî welatê me li ber dilê me şirîntir e.”

Kobanî yan jî tevahiya Rojava li ser zimanê van zarokan e. Ew dibêjin yek deqeyek jî hesreta Rojava ji dilê wan dernakeve.

Li welatên aram xeyala hemû zarokan bidestxistina kariyerê ye. Lê xeyala zarokên penaber tenê vegera li  Rojavayê Kurdistanê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst