Li Dêrsimê malbateke hejar li hêviya alîkariyê ye: ‘Zarokên min perîşan in!’

11-12-2023
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê malbateke hejar li hêviya alîkariyê ye
Li Dêrsimê malbateke hejar li hêviya alîkariyê ye
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li taxa Hercikê ya Dêrsimê malbateke 5 kesî di odeyeke biçûk de dijî ku tiştên wan jî tê de bi cih nabin.

Li taxa Hercikê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê dayik û bavek tevî sê zarokên xwe ji ber hejarî û bêkariyê ji neçarî di maleke ku odeyeke wê heye de dijîn.

Di sermaya zivistanê de amûreke wan a ku xwe pê germ bikin nîne û xwarineke baş a ku bixwin jî bi dest wan nakeve, ew daxwaza alîkariyê dikin.

“Tiştekî ku em xwe pê germ bikin nîne”

Dayika malê Ayşegul Ozmenê li ser rewşa xwe got:

“Ev rewş ji bo min gelekî giran e. Ez nikarim tiştekî ji zarokên xwe re bikim. Ez nikarim xwarineke baş bidim wan. Ji ber ku ew xwarineke baş naxwin her tim nexweş in.

Tenê textê me heye. Zarok her roj dibêjin dayê em dicemidin. Em di nav malê de jî bi çaketan digerin. Dema radizin jî ez gelek cilan li wan dikim da ku hinekî germ bibin lê ji ber sermayê nikarin rakevin.

Derfeta me nîne em gaza xwezayî bikirin û tiştekî ku em xwe pê germ bikin nîne, hevjînê min jî bêkar e.”

Malxweyê malê Alî Ozmen 3 meh in bêkar e. Ji ber nebûna kar û dahatê ew di rewşeke xirab de ne.

Sê zarokên wan ên ku diçin dibistanê hene û ew nikarin pêwîstiyên wan dabîn bikin.

Ew ji rayedaran daxwaza alîkariyê û peydakirina karekî dike.

“Domanê mi perîşan o!”

Malxweyê malê Alî Ozmen jî anî ziman:

“Karê min nîne. Em di vê odeyê de dimînin, gaza me ya xwezayî nîne. Ez dixwazim ji min re karekî bibînin. Zarokên min perîşan in.

Ez kar dixwazim, em hemû di vê odeyê de dimînin, zarokan sar e. Ez nikarim tiştekî jî bikirim, hevalên min alîkariya min dikin.”

Parêzgeha Dêrsimê devereke çiyayî ye, di zivistanê de li gorî gelek parêzgehên din pileya germahiyê gelekî dadikeve, sir û serma zêde dibe.

Di nav sermayê de û di odeyeke biçûk de çavê van zarokan li benda alîkariyê ye ku ji vê rewşê rizgar bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst