Li Kobanî yekemîn zanîngeh hat vekirin

11-12-2017
RÛDAW
Nîşan Kobanî Rojavayê Kurdistanê Zanîngeha Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobanî bi awayekî fermî yekemîn zanîngeh di dîroka wê herêma Rojavayê Kurdistanê de bi navê Zanîngeha Kobanî hate vekirin.

 

Merasîma vekirina Zanîngeha Kobanî duh Yekşemî 10-12-2017ê birêveçû û xwendekaran dest bi sala nû ya xwendinê di vê zanîngehê de kirin.

 

Zanîngeha Kobanî di destpêkê de ji 4 kolêj an fakulteyên Wêjeya Kurdî, Zanistî, Fîziya û Kîmiy, û Bîrkariyê (Matmaîk) pêk hatiye.

 

Li gorî agahiyan, Dr. Kemal Besrawî weke serokê Zanîngeha Kobanî hatiye diyarkirin.

 

Zanîngeha Kobanî ser bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ve ye, ku destpêka wê projeyê di 1ê meha Cotmeha borî de hatibû ragihandin, û îro jî bi awayekî fermî hate vekirin û tê de dest bi xwendinê bû.

 

Li gorî dubare rêxistina nexşeya îdariya Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê, Kantona Kobanî yek ji du kantonên Herêma Firatê ye.

 

Kobanî piştî şerê dîrokî yê sala 2014ê yê di encama êrişên çekdarên DAIŞê de û herwiha ji ber berevaniya şervanan û şerê hevbeşê şervanên YPGê û hêzên pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê, li seranserê cîhanê nav û deng da.

 

S.S

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst