“Gerek Bexda 1 milyar dolar bide Hêza Pêşmerge”

11-11-2015
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge Heşda Şeibî Bûdce Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamanterê kurd ê li Bexdayê Izet Sabir rexne li Hikûmeta Iraqê digre ku bûdceya pêşmerge nade û daxwaz dike ku Bexda di salekê de yek milyar dolarî ji Hêza Pêşmerge re bişîne.

 

Parlamenterê kurd ê di Parlamentoya Iraqê de Izet Sabir di adxuyaniyeke ligel Rûdawê re rexne li proje yasaya bûdceya sala 2016 a Iraqê girt ku têde behsa bûceya Hêza Pêşmerge nekiriye, di demekê de ku bûdceya milîsên Heşda Şeibî di proje yasaya bûdceya Iraqê de hatiye û li gor wê yasayê dê salane yek milyar dolar ji milîsên Heşda Şeibî re were xerckirin.

 

Izet Sabir herwiha got: “Çima pere ji milîsên Heşda Şeibî re were xerckirin û ji hêzên pêşmerge neyê xerckirin? Di demekê de ku hêzên pêşmerge Kurdistanê û Kerkûkê diparêzin.”

 

Sabir tekez jî kir: “Çawan yek milyar dolar di salekê de didin Heşda Şeibî, lazim e ku her wisa yek milyar dolar bidin pêşmerge. Çimkî pêşmerge jibilî erkên din bi dirêjiya yek hezar û 50 kîlometrî şerê DAIŞê dike.”

 

Parlamentoya Iraqê duh sêşemî xwendina yekem bo proje yasaya bûdceya Iraqê bo sala 2016ê kir.

 

Bûdceya 2016 a Iraqê 106 triliyon dînar e û bi qasî 23 triliyon dînar kêmasî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst