Galeriya wêneyan

11-11-2014
17 Photos
Sertîp Osman
Silêmanî (Rûdaw)- Dema ku çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Şingalê, xelkê wê deverê ji tirsa ji malên xwe reviyan û berê xwe dan Çiyayê Şingalê.

Lê ew rewş li ser jin û zarokan, kal û pîran, jinên ducanî pir dijwartir bû ji yên din.

Jina bi navê Neam Xelef Eylas ku zaroka wê di destê wê de bû ji me re wiha got: “Serkeftin û man li ser Çiyayê Şingalê pir dijwar bû. Em pir nêzîkî mirinê bûn. Dayik û bavê min li wir mirin û min jî bawer nedikir ku ku zaroka min sax di zikê min de bimîne.”

Neam Xelef Eylas yek ji wan jinên ku dema karesata Şingalê ducanî bû, ku li Dihokê zaroka wê hat diniyê û navê kurik kir Eymen.

Jinek din ku wê demê ducanî bû û piştî gihîştina bajarê Silêmaniyê zaroka ji dayik bû û ji ber wan karesat û koçberiya ku dîtine navê kurê xwe kiriye Bêwar.