Partiyên Tirkmenî: Bereya Tirkmenî zanyariyên xelet dane Tirkiyê

11-10-2017
RÛDAW
Nîşan Tirkmen Bereya Tirkmenî Tirkiye Zanyarî Xelet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên Tirkmenî aşkere dikin, ku Bereya Tirkmenî ya Iraqê zanyariyên xelet dide Tirkiyê.

 

Siyasetmedarê Tirkmen ê xelkê Kerkûkê ku demeke dirêj şêwirmendiya karûbarên Rojhilata Navîn a Serokomarê Berê yê Tirkiyê Abdullah Gul kiriye, ji bo Tirkiyê plan datîne û daxwaz dike, dema ku serxwebûn were ragihandin, bila Tirkiye êrişî Başûrê Kurdistanê bike û dagir bike. Ev kes Erşed Hurmuzî ye ku niha Serokê Weqfa Kerkûkê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Diyalogê ya Navnetewî ya Tirk û Ereb e.

 

Li hember wî jî rayedarên din ên Tirkmen hene ku bi encamên referanduma Başûrê Kurdistanê kêfxweş bûne û ji Bereya Tirkmenî ya Iraqê gilî û gazinan dikin û dibêjin "zanyariyên şaş didin Tirkiyê".

 

Referanduma Başûrê Kurdistanê ku di 25ê Îlonê de birêve çû, pêkhateya Tirkmen di navbera Hewlêr û Bexdayê de weke du aliyên siyasî dabeş kiriye. Beşeke ji Tirkmenan yekser tevlî Lijneya Bilind a Referandumê bûn û piştgiriya serxwebûna Kurdistanê kirin. Beşeke din jî ku xwe weke bereya Tirkmenî dibînin, referandumê red kirin û bi ser bajarê Kerkûkê jî weke metirsiyekê dîtin.

 

Helwesta beşek ji tirkmenan her dem bi Tirkiyê re girêdayî bûye ku Tirkiye çendîn çar bi navê parastina tirkmenan li Kerkûk, Tilefer û deverên din gefên destwerdana leşkerî dikin.

 

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî Muhemed Îlxanî ku nûnerê tirkmenan bû di Lijneya Bilind a Referandumê de ragihand, ku pêştir Tirkiye hatiye agahdarkirin ku li Başûrê Kurdistanê referandum dê were kirin û got: “Beriya du salan me bi rêya civîn û daxuyaniyên xwe yên ji bo medyaya Tirkiyê, rayedarên Tirkiyê agahdar kirine ku îhtîmaleke mezin dê li Kurdistanê referandum were kirin û emê jî piştgirî bidin, çimku nêzîkahiya me ya bi Kurdan re, bijardeya herî baş e.”

 

Îlxanî diyar dike, ku siyaseta nêzîkbûna li Bexdayê (şîe) ku piştî sala 2003an ve Bereya Tirkmenî peyrewî dike, di berjewendiya gelê Tirkmen de nebû “Tirkmen hatine paşguhxistin, deverên wan jî, ku di bin desthilatdariya Bexdayê de ne, duçarî weranbûnê û nearamiyê bûn, me ev gotinên xwe jî bi awayekî zelal ji rayedarên Enqerê re got.”

 

Muhemed Îlxanî li ser helwesta tund a Tirkiyê ya li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê destnîşan kir: “Ji aliyê Bereya Tirkmenî ve zanyariyên xelet ji Tirkiyê re tene dayîn. Beriya niha ku Ahmet Davutoglu wezîrê derve bû, dosyeya tirkmenan baş diçû pêşiya wî, lê di serdema vî wezîrî de dosyeya tirkmenan bi rêya Berya Tirkmenî diçe, weke nimûne Wezîrê Derve yê Tirkiyê dema hate Bexda û Hewlêrê tenê partiya Tirkmenên şîe dît, Bereya Tirkmenî nehişt ti aliyekî din bibîne.”

 

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî amaje bi wê yekê dike ku Bereya Tirkmenî dosyeya tirkmenên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, tenê bi Kerkûkê biçûk û sînordar kiriye û dibêje: “Bereya Tirkmenî ji bo ku piştgiriya siyasî û madî berdewam bibe, mijara tirkmenan qorix kiriye, me bi aşkere bi rêya kanalên dîplomatîk û medyayî ji Tirkiyê re diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê bihêztirîn hevpeymanê Tirkiye ye li herêmê. Eger serxwebûnê ragihîne jî dîsa dê bibe bihêztirîn welat û hevpeyman.”

 

Li gel nêzîkbûna roja referandumê, gefên Enqere û daxuyaniyên rayedarên Bereya Tirkmenî tundtir dibû, her çi qas mezintirîn erdnîgarî û xalên hevbeş di navbera Tirkmen û Kurdan de hene, lê di mijara referandumê de kombûna herî diyar a Tirkmenî ku xwe di Bereya Tirkmenî de dibînin, di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ya duyem hilbijart.

 

Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî rexne li berpirsên Bereya Tirkmenî digre û dibêje, ku zanyariyên xelet didin Tirkiye.

 

Îrfan Kerkûkî ji Rûdawê re diyar kir: “Di roja referandumê de çendîn daxuyaniyên agirîn û tund ji Bexda û Enqerê re dan. Tevî ku 25ê Îlonê aramtirîn û asayîtirîn roja kerkûkiyan bû. Piraniya Tirkmenan beşdarî referandumê bûn û dengê xwe bi 'Belê' dan. Çimku berjewendiya gelê me li gel Kurdistanê ye, ne li gel Bexdayê.”

 

Piştî referandumê, dorpêçên Bexdayê yên li dijî Başûrê Kurdistanê, bi daxistina firokexaneyan dest pê kir. Tirkmenên ku piranî li parêzgeha Hewlêr û Kerkûkê niştecih in, ew jî ji biryarên Bexdayê zirar dibînin. Tevî ku beşeke wan di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bazirganiyê dikin, Bereya Tirkmenî li hember dorpêçên Bexdayê helwestek nîşan neda.

 

Berpirsê Liqa Hewlêrê yê Bereya Tirkmenî û Cîgirê Serokê Encumena Parêzgarê Hewlêrê Azad Kurecî ji ber ku beşdarî referandumê bûbû, bi fermana Serokê Bereya Tirkmenî Erşed Salih ji partiyê hatibû dûrxistin.

 

Endamê Encumena Parêzgarê Hewlêrê yê ji lîsteya Hewlêra Tirkmenî ji Rûdawê re ragihand: “Li gor me nêzîkbûna gelê Tirkmen li gel Kurdistan serdema zêrîn a tirkmenan e, serxwebûna Kurdistanê jî di berjewendiya tirkmenan de ye.”

 

Her çi qas partiyên tirkmenan, Bereya Tirkmenî bi wê yekê tohmetbar dikin ku li ser rewşa Tirkmen û referandumê, zanyariyên xelet didin Tirkiyê, lê Endamê Polîtburoya Bereya Tirkmenî Aydin Merûf red dike ku zanyarî û daxuyaniyên serkirdeyên Bereya Tirkmenî, bandorê li ser helwesta xerab a Tirkiyê ya di derbarê referandumê de bike û dibêje: “Peywendiya Tirkiyê li gel Herêma Kurdistanê ne xweş bû, piştre asayî kirin û ji me nepirsîn, niha jî ku peywendiyên wan têk çûye ji me nepirsîn.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst