Nêçîrvan Barzanî û şandeke Yekîtiya Ewropa li ser hilbijartinên Kurdistanê gotûbêj kirin

11-09-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Yekîtiya Ewropa Hilbijartinên Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li gel konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de derbarê proseya siyasî ya Iraqê, hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

 

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Sêşembî 11ê Îlona 2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li Herêma Kurdistanê kir.

 

Di hevdîtinekê de, Nêçîrvan Barzanî û konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê behsa dawîn pêşhatên siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê û amadekariyên bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kirin, ku biryar e di roja 30 Îlonê de were lidarxistin.

 

Konsul û nûnerên YE yên li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de nîşan dan û hêvî kirin, ku ew prose bi awayekê serkevtî birêve biçe.

 

Herwiha Konsul û nûnerên YE yên li Herêma Kurdistanê tekezî li ser piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo piroseya siyasî, hilbijartin û pêşxistina jiyana demokrasiyê li Herêma Kurdistanê jî kirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de herwiha behsa proseya siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wî welatî hate kirin û rola Herêma Kurdistanê weke hevpareke sereke di pêkanîna hikûmeta nû û proseya siyasî ya Iraqê de bi giringî ve hat nirxandin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şandeya Yekîtiya Ewropayê li ser nêrîneke hevbeş bûn ku hilbijartinên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû li Bexdayê bersivderê daxwazên welatiyên Iraqê, ji bo dabînkirina tenahî û seqamgîriyê, misogerkirina xizmetkariyan û pêşxistina welat di hemû waran de, bide.

 

Berfirehkirin û pêşxistina tîkiliyan û  berdewamiya alîkarî û hemahengiya di hemû waran de, gotûbêjkirina rewşa deverê û dawîn pêşhatên wê bi giştî beşeke din a civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya konsul û nûnerên Yekîtiya Ewropayê yên li Kurdistanê bû.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst