Barzanî ji bo Nûnerê NY: Referandûm dê dema xwe de were kirin

11-09-2017
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Giştpirsî Serxwebûn Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis re got, ku biryara referandûmê, biryara gelê Kurdistane ye, mafekî yasayî û asayî ya Kurdistaniayn e û di dema xwe ya diyarkirî de dê were kirin.

 

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Îro (11.09.2017)  li Selaheddînê pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis kir.

 

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên niha û paşarojê hatine guftûgo kirin.

 

Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî di hevdîtinê de balkişand li ser nêrîn û têbîniyên Neteweyên Yekgirtî yên derbarê referandûm û guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê.

 

Serokê Herêma Kurdistanê jî tekez kir, ku biryara encamdana referandûmê, biryara gelê Kurdistane ye, mafekî yasayî û asayî ye û dê di dema xwe ya diyarkirî de were kirin.

 

Serok Barzanî balkişande ser wê yekê, ku gelê Kurdistanê dê bi berdewaî aramî, pêkvejiyan û aştiya li Herêma Kurdistan û navçeyê biparêze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst