Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê PKKê Abdullah Ocalan name ji serokomarê Iraqê Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandin û xwest kongreya neteweyî ya Kurd bilez pêk were.
Duh pêncşemê, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyal Zana û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder serdana girava Îmraliyê kirin û hevîdtin ligel Ocalan pêk anîn.
Di hevdîtinên de Ocalan 2 name şandin, yek ji bo Talebanî û ya din ji bo Barzanî.
Derbarê her du nameyan de, Sirri Sureyya Onder diyar kir ku Ocalan di nameya xwe ya ji bo Talebanî de li rewşa wî pirsiye û “keyfxweşiya xwe aniye zimane ku tenduristiya Talebanê ber bi başiyê ve diçe”.
Onder ji malpereke nêzîkî PKKê re got ku “Di her du nameyan de Ocalan destnîşan kiriye ku bûyer û pêşketinên dawî wiha dixwazin ku kongreya neteweyî û yekîtiya Kurdan bilez pêk were”.
Bi gotina Onder, Ocalan xwest “hewldanên di mijara kongreya neteweyî û yekîtiya Kurdan de demek ji ya din zûtir biçin serî”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse