Ji bo ofîsên komîsyonê li Kurdistanê sê dadger têne diyarkirin

12-06-2018
RÛDAW
Nîşan hilbijartin Komîsyon Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Bilind a Dadgerî ya Iraqê ji Encûmena Dadgerî ya Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku sê dadger ji bo birêvebirina ofîsên Komîsyona Hilbijartinan ên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bikin namzed.

 

Berdevkê Encûmena Bilind a Dadgerî ya Iraqê Ebdusetar Beyreqdar bi daxuyaniyekê ragihand ku îro civîna dadgerên ku peywira Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bînin cih hebû û di civînê de serok, cîgir û rêveberê fermangeha hilbijartinan hatin diyarkirin.

 

Ebdusetar Beyreqdar herwiha got ku di civînê de Biryarderê Encûmena Komîsyonê û Berdevkê Ragihandina bi navê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hatin diyarkirin.

 

Beyreqdar eşkere kir ku peywendî bi Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin, daku sê dadger namzed bikin ji bo birêvebirina ofîsên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst