DAÎŞê 4 kes li parêzgeha Kerkûkê serjêkirin

11-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê 4 kes serjêkirin û hêzeke artêşa Iraqê li heman parêzgehê çekên xwe danîn û reviyan.

Çavkaniyekê ji polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li xala kontrolê ya Mezrehe li nêzîkî nahiyeya Reşad a girêdayî parêzgeha Kerkûkê, 4 kes ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin serjêkirin.

Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, leşkerên lîwaya “Dilsozên Niştiman” a artêşa Iraqê li bajarokê Daqûqê ber bi başûrê Kerkûkê û derdora bajarokê Xurmatû ve reviyan.

Hêzên wê lîwayê 200 Hummer û otombîlên leşkerî li pey xwe hiştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst