Mele Elî Kelek bi mercê dadî hat berdan

11-05-2017
RÛDAW
Nîşan Mele Elî Kelek Pizîşkê Nebewî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Mele Elî Kelek ku berî 10 rojan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin, îro bi şertê dadî hat berdan. Li gorî zanyariyên Rûdawê, aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyarî dane Mele Elî û ji wî xwestine, dest ji karê xwe yê bi navê Pizişkiya Nebewî berde.

 

Xizmekî nêzîkî Mele Elî Kelek di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: “Saet 14:00ê îro pêncşembî piştî nîvro Mele Elî ku li girtîgeha Çaksaziya Mezinan a li Duhokê girtî bû, bi kefalet hat azadkirin û bi du otomobîlên Land Cruiser ber bi mala xwe ve çûye.”

 

Wî xizmê Mele Elî herwiha da xuyakirin: “Mele Elî hatiye berdan, lê belê daxwaz ji wî hatiye kirin, ku li ser karê xwe yê berê berdewam nebe û di ragihandinan de jî dernekeve.”

 

Wî kesî ku nexwest Rûdaw navî wî aşkere bike, tekez kir: “Berî du rojan di zîndanê de ji Mele Elî hatiye xwastin, ku dest ji vî karê xwe berde, lê belê heta niha Mele Elî biryara destberdanê nedaye. Îro jî bi kefalet hate berdan.”

 

Serokatiya Dadgeha Duhokê li ser dosyaya Mele Elî Kelek ji Rûdawê re ragihand: “Wezareta Tendirustiyê gilî li ser Mele Elî tomar kiriye, Mele îro bi kefalet hatiye azadkirin, heta roja ku tê dadgehîkirin.”

 

Biryar e di 6ê Heîzrana îsal de yekemîn rûniştina dadgehîkirina Mele Elî Kelek birêve biçe.

 

Dadgeha Duhokê derbarê berdana Mele Elî de dibêje, weke her tohmetbarekî din bi kefalet hatiye berdan.

 

Mele Elî li gorî madeya 456 a yasaya cezayê Iraqê û bi tohmeta xapandina xelkê hatiye girtin.

 

Parêzer Hejar Subhî derbarê cezayên li gorî vê madeyê de ji Rûdawê re axivî û got: “Ev made gelek beşan li xwe digire, lê belê eger tohmetên li ser Mele Elî werin îsbatkirin, dê di navbera 1 heta 5 salan were zîndanîkirin.”

 

Roja 2ê vê mehê (Gulanê) saet 23:00ê şev Mele Elî Kelek ku xwe weke pizşkê nebewî bi nav dike, li mala xwe li bajarokê Kelekê ku ser bi navçeya Berdereşê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo girtîgeha Çaksaziya Mezinan a Duhokê hat veguhastin.

 

Berî çend rojan, Mele Elî Kelek ji ber nexweşketina jineke Hewlêrî bibû rojeva medyayê Başûrê Kurdistanê.

 

Wê jina Hewlêrî ya bi navê N.X piştî ku ji ber êşa zikê xwe li Kerkûkê serdana nexweşxaneyê dike, di dema wergirtina çareseriyan de ji pizîşkan re dibêje, ku wê ji bo kêmkirina wezna xwe bi gotina Mele Elî Kelek kiriye û desmalên kaxezî xwariye.

 

Hin zanyarî li ser Mele Elî Kelek

 

Mele Elî Kelek li Başûrê Kurdistanê xwe weke pizîşkê nebewî dide naskirin.

 

Mele Elî îdîa dike, ku rê û rêbazên wî dibin sedema çareseriya gelek nexweşiyan.

 

Beriya demekê Mele Elî Kelek îdîa kiribû, ku xwarina desmalên kaxezî mirovan ji qelewiyê rizgar dike. Jiber vê propagandayê jinekê li Hewlêrê hezar perçe destmal xwaribû û ew rakiribûne nexweşxaneyê.

 

Mele Elî Kelek li nahiyeya Kelek a ser bi parêzgeha Duhokê ve cihek bi navê “Nexweşxaneya Muhemed Resûlullah” vekiriye û îdia dike ku ew bi metodên “tiba nebewî” nexweşan derman dike.

 

Mele Elî Kelek xwe weke “Pisporê Tiba Nebewî” bi nav dike, beriya hefteyekê li ser gilî û gazindên welatiyan ji aliyê asayişa Duhokê hatiye girtin.

 

Çavkaniyên ji asayişê diyar kirin ku ew li ser daxwaza Wezareta Tenduristiye hatiye desteserkirin. Mele Elî Kelek ku niha li girtîgeha Duhokê ye tê gotin dê 6ê Hezîranê derbikeve pêşiya dadger.

 

Derbarê Mele Elî de 3 doz hene

 

Pêştir çavkaniyeke ji bûyera girtina Mele Elî Kelek agahdar ji Rûdawê re gotibû: “Derbarê Mele Elî Kelek de jixwe ji berê ve 2 doz hatibûn vekirin. Wezareta Tenduristiyê derbarî wî de ew doz vekiribûn. Doza vê dawiyê jî ji aliyê wezaretê ve hatiye vekirin.”

 

Heman çavkaniyê dabû zanîn ku wezaretê ji asayişê xwestiye ku dozên derbarê mela de hatine vekirin bişopînin.

 

Doza yekem ji ber Mele Elî Kelek îdia kiribû ku mîza hêştirê derman e, doza duyem jî ji ber ku mela gotibû “divê jin bêne sinnetkirin” hatibû vekirin.

 

Herwiha weke tê zanîn beriya demekê Mele Elî Kelek îdîa dikir, ku xwarina destmalên kaxezî mirovan ji qelewiyê xilas dike. Ji ber vê yekê jinekê li Hewlêrê hezar perçe destmal xwaribû û ew rakiribûne nexweşxaneyê. Doza seyêm jî li ser vê yekê hatiye vekirin.

 

Bi tawana xelkê dixapinê hatiye girtin

  

Rêveberê Asayişa Duhokê Tariq Ehmed pêştir di daxuyaniyekê de li ser egera berdana Mele Elî Kelek ji Rûdawê re dabû xuyakirin: “Heta niha ti kesî ji bo vê yekê serlêdan nekiriye. Kengê parêzerekê ji xwe re bigire û dosya wî were lêkolînkirin dadgeh dê derbarê wê yekê de biryara xwe bide.”

 

Tariq Ehmed diyar kiribû, ku Mela dê 6ê Hezîranê derbikeve dadgehê û di celsa (rûniştin) 6ê Hezîranê de Mela dê ji tawanên berê bê dadgehkirin.

 

Serokê Dadgeha Temyîzê Hekîm Mihemed Emîn Şerefxanî jî destnîşan kiribû, Mele Elî ji ber binpêkirina yasaya 456 a derbarê xapandina xelkê de hatiye girtin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst